Ji bo bîranîna fermandara YPJ'ê Sosin Bîrhat stran: Sosina Siya Darê
Hunergeha Welat ji bo fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat a 19'ê Tebaxa 2021'ê de di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da strana ‘Sosina Siya Darê’ parve kir.
Navenda Nûçeyan – Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yek ji fermandarên herî çalak a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat li gel hevriyên xwe fermandar Egîd Girkê Legê, Seyîfulah Ehmed û Rûbar Hesekê, di 19'ê Tebaxa 2021'ê di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk ê li dijî Navenda Têkiliyên Leşkerî ya navçeya Til Temirê ya herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan. Hunergeha Welat bi boneya biranîna fermana YPJ’ê Sosin Bîrhat strana nû ya bi navê ‘Sosina Siya Darê’ par ve kir.
Strana ku gotinên wê ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye nivîsandin û mûzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin, Şehrîban Guneş distire.
Gotinên strana ‘Sosina Siya Darê’ wiha ne:
“Koro lo baro
Pêjna me hat xwarê
Ho li minê
Sira şevanê
Sosinê
Sosina siya darê
Firişta ji befrêyo
Lê lê lê jarê
Cî ji kê re tu dihêle
Te dilê min bikavil kir
Janê
Gulya te ji ewrêyo
Xizêma ji heyvêyo
Ji paxila van çiyayan kê te
Dizî
Hêlanekê ji kennî çêke
Li warê wê xeybêyo
Lê lê lê narê
Ezê kî bim ger tu çûyî
Tu çûyî ez jî bûm
Te ya çûyî
Xemlîna sebra malê
Cêwiya vê kerbêyo
Tolîno bila
Kevir kerr be
De rakin”