Sosin Bîrhat li Til Temirê hat bibîranîn

Fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat û Rênas Roj û her sê hevriyên xwe, duh li Tiltemirê hatin bibîranîn.

Hesekê - Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yek ji fermandarên herî çalak a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Sosin Bîrhat li gel hevriyê xwe fermandar Egîd Girkê Legê, Seyîfulah Ehmed û Rûbar Hesekê, di 19'ê Tebaxa 2021'ê di encama êrîşeke hewayî ya li dijî Navenda Têkiliyên Leşkerî ya navçeya Til Temirê ya herêma Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de fermandar Rênas Roj li ser riya Elîfiro ya bajarê Qamişloyê bi êrîşa dewleta Tirk a bi balafirê bi çek û bê mirov (SÎHA) jiyana xwe ji dest da.

Duh di salvegera duyemîn a şehadeta her 5 hevriyan de, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê, bi çalakiyekê bi bîr anîn. Hezkirî, dost, rêheval, jin û giştî pêkhateyên navçeyê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn. Wêneyên nemiran hatibûn bilindkirin.

Bi defê û bi berzkirina dirûşman meşvan ber bi cihê her 5 hevriyan jiyana xwe lê ji dest dan de meşiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedanî û lehengiya her 5 nemiran û soza tolhildanê û domandina soza têkoşînê careke din nû kirin.

'Ji bo xwedîderketina li giyanê nemiran tevli refên şoreşê bibin'

Der barê bîranînê de dayika Ş.Jînda Fehîma Ebdilrehman axivî û wiha got: "Em ê tu carî riya şehîdên xwe bernedin û şopdarên wan bin. Wê çete û xwefiroşên Erdogan û MÎT'ê tu carî bi planên xwe bi ser nekevin. Ne em û ne jî bav û rêhevalên van şehîdan, îxaneteke wiha qebûl nakin û em ê her dem li dijî wan têbikoşin. Em bang li ciwanên Kurd, Ereb, Aşûr-Suryanî û hemû pêkhateyan dikin ku tevli refên şoreşê bibin û xwedî li giyanê van lehengan derkevin."

Bîranîn bi dirûşman bi dawî bû.