SOHR: Li Sûriyeyê di 72 seatan de 973 kes hatin qetilkirin
Di 72 saetên dawî de li herêmên peravê yê Sûryeyê, di encama 39 komkujiyan de 973 kes hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku li hin bajarên peravê yê Sûriyeyê rewş hinekî ber bi aramiyê ve çû û rewşa şer û pevçûnên çekdarî di navbera hêzên desthilata Şamê û çekdaran de kêm bû, êdî nîşanên wêranî û kuştinê diyar bûn.
Dîmenên ku ji herêmê hatine kişandin dikanên talankirî, embarên xwarinê hatine valakirin û gelek maşîneyên sivîlan ên li her du aliyên rê hatine şewitandin, nîşan dide.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku li taxên bajarê Laziqiyê yên weke El Salîba, Sakanturî û Qaninas hinekî liv û tevgera şêniyan xuya dike, lê malên li taxên Demserxo û Elî Cemal ji tirsa kuştin û êrişan vala bûne. Niha şer û pevçûn li gundewarê Laziqiyê bi taybetî li gundewarên El Hife û gundewarên Ceblê diqewimin.
39 komkujî
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku ji 7’ê Adarê ve, anku di nava 72 saetan de, li bajarên peravê û gundewarên wan 39 komkujî pêk hatin.
SOHR`ê her wiha komkujiyên nû li taxa Quneytra li Tartûs, bajarê Baniyas, taxa Datûr li Laziqiyê, û gundên Ramliya û Rasafa li gundewarê Misyafê belge kir. SOHR’ê ragihand ku di encama wan komkujiyan de jin û zarok jî di nav de 973 sivîl hatine kuştin
Di vê çarçoveyê de çalakvan û şêniyan duh li meydana El Kerama ya bajarê Siwêdayê, li dijî bûyerên ku li peravê diqewimin, xwepêşandan kirin û daxwaza rawestandina komkujiyên li dijî sivîlan kirin.
Xwepêşanderan pankartên bi nivîsên “Komkujiya Kîmewî ya Guta 2013”, “Komkujiya Qelb Lawzah 2015”, “Komkujiya Peravê 2025”, “Terorîzm yek e… kuştina sivîlan sûc e” û “Şoreşa me ne ji bo tolhildanê lê ji bo jiyaneke bi rûmet bû” vekirin.