SOHR: Ji ber bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest dan

SOHR’ê diyar kir ku di meha Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di vê Tebaxê de li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer, 11 jê zarok û 3 jin nêzî 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û derdora 38 kes jî birîndar bûne.

SOHR’ê diyar kir ku bûyerên teqînên bermahiyên şer li çêrgehan, zeviyên çandiniyê, li ser riyan û di hundirê malan de rûdane û ev agahî hatin dayîn:

Li herêmên hikumeta veguhêz, 7 zarok û 2 jin di nav de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 kes jî birîndar bûn, li herêmên Rêveberiya Xweser jî jinek û 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û yek birîndar bû, her wiha li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de jî 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

SOHR’ê der barê hinek bûyerên sereke yên teqîna bermahiyên şer de jî ev tişt parve kir:

Di destpêka Tebaxê de, li Heleb û Idlibê 3 zarokan ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan, li Reqayê jî zarokekî jiyana xwe ji dest da û li gundewarê Humsê jî 2 sivîl birîndar bûn.

7’ê Tebaxê li gundewarê rojavayê Şamê ji ber teqîna mayînek jinek û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan û endamên din ên malbata wê birîndar bûn.

8’ê Tebaxê li Tedmurê (Palmîra) di encama teqîna bombeyek de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 4 zarok birîndar bûn.

21 û 22’ê Tebaxê li gundewarê Humsê zarokek û li Dêrazor û Hesekê 2 jinan jiyana xwe ji dest dan, her wiha zarok û jin di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

23’ê Tebaxê li gundewarê rojavayê Derayê ji ber teqîna mayînekî bi wesayîda barkirina sebzeyan ve 3 jin birîndar bûn, li gundewarê başûrê Idlibê zarokek dema pezên xwe diçêrand di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê, ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta 15’ê Tebaxa îsal (2025), di encama teqîna bermahiyên şer de, 160 zarok û 40 jin di nav de, 589 kesan jiyana xwe ji dest dane, 270 jê zarok û 17 jê jin, bi giştî 632 kes birîndar bûne.