Siyasetmedara Tûnisî Cemîla Ksîksî jiyana xwe ji dest da
Siyasetmedara femînîst û parlamentera berê Cemîla Ksîksî di 54 saliya xwe de di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Tûnis – Parlamentera berê û siyasetmedara femînîst Cemîla Ksîksî îro di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Cemîla Ksîksî di hevpeyvîna xwe ya dawî ya ji ajansa me re got ku divê jin li dijî cihêkarî û dûrketinê bibin yek û têbikoşin. Cemîla Ksîksî hilbijartinên 17'ê Kanûnê yên li Tûnisê jî weke 'şano' bi nav kiribû û bang li jinan kiribû ku 'beşdarî hilbijartinê nebin'.
Cemîla Ksîksî ya 54 salî yek ji dengên jinên pêşverû yên girîng li Tûnisê bû. Ew parêzvanek bihêz a doz û kêmneteweyên li Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn bû, bi mafên jinan bawer bû. Di hilbijartinên 26'ê Cotmeha 2014'an de wekî parlamenter hatibû hilbijartin.
Hevdîtinên ku Cemîla Ksîkî ji ajansa me re kiriye, li ser van lînkên jêrîn e;