Siyasetmedar Zekiye Îlbasan di bin çavan de rastî tacîzê hat!

Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Zekiye Îlbasan diyar kir ku di binçavan de ji aliyê polîsan ve hatiye tecîzkirin, di ketina girtîgehê de jî lêgerîna tazî lê hatiye kirin û da zanîn ku hewl dane wê bişînin koguşa ku kesên edlî lê dimînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Zekiye Îlbasan, di çalakiya 9’ê Cotmehê de li Amedê ji aliyê polîsan ve hat derbkirin û binçavkirin. Zekiye Îlbasan bi hinceta “muqawemeta li dijî polîsan” bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin û dûre hat girtin.

‘Polîsên mêr bi tacîzê min xistin wesayîdê’

Zekiye Îlbasan di wesayîda binçavkirinê de rastî tacîzê hat. Hat hînbûn ku di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û xwestine wê bişînin koguşa ku girtiyên edlî lê dimînin.

Zekiye Îlbasan, bi nîşeya ku bi parêzerên xwe re şand behsa tiştên jiyane kir û got ku di dema binçavkirinê de wê xistine dorpêçê. Zekiye Îlbasan wiha got: “Mirovekî extiyar dem ku xwest ji dorpêçê derkeve, wî derb kirin û xistin wesayîdê. Dûre xwestin serê me hemûyan bitewînin û bi wî awayê me binçav kirin. Dema ku me bertek nîşanî vê rewşê da, dema ku me dixistin otobusan, polîsên jin ji ba me çûn, polîsên mêr hatin bi awayê hişk li singê min dan, tacîz kirin û min xistin wesayîdê.”

‘Bêyî ku li dozgeriyê îfade bidim min sewqê Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin’

Zekiye Îlbasan diyar kir ku di wesayîda binçavkirinê de xwestine kaxizeke ku li ser têkildarî “PKK, KCK, YPG û Keskîn Bayindir” nivîs hene pê bidin îmzekirin û wiha got: “Min îmze nekir lê bi hevaleke li kêleka min bi zorê wê kaxizê dan îmzekirin. Piştî ku min birin TEM’ê, saeta min kirin hincet hewl dan belge bi min bidin îmzekirin. Beriya ku dozger îfadeyê min bigre polîs ket hundir û îfadeya min girt û min sewqê Dadgeriya Cezaya Sulhê kirin.”

‘Ez rastî lêgerîna tazî hatim’

Zekiye Îlbasan diyar kir ku li Dadgeha Cezaya Sulhê dadger jê pirsa “Tu çima li wê derê bûy?” kiriye û wiha domand:

“Piştî ku min bersiva wê pirsê da hatim girtin û min şandin girtîgehê. Dema ku min anîn girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatim. Dema ku min bertek nîşan da gotin ‘Em li her kesê wiha digerin’ hewl dan vê rewşê meşrû bikin. Di ketina girtîgehê de min weke girtiyeke edlî nîşan dan û dûre jî gotin ku dê min bibin koguşa edlî. Ji ber ku min vê yekê nepejirand min ji bo demek kurt girtin odeyekê. Min ji wan re got ger min bibin koguşa edliyan ez ê dest bi greva birçîbûnê bikim.”

Meclisa Jinan a DBP’ê: Em lêgerîna tazî napejirînin’

Meclisa Jinan a DBP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî îşkenceya li dijî alîkara Hevseroka Giştî ya partiyê Zekiye Îlbasan û Hevseroka Bajarê Îzmîrê ya HDP’ê Berna Çelîk da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Desthilatdariya serdest a mêr, a zayendperest, bi lêgerîna tazî dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan û jinan nîşan dide. Bi vê yekê hewl dide hevalên me biçewisîne. Jinên Kurd tu carî ji ber polîtîkayên zextê yên dewleta mêr ji têkoşîna xwe ya bi biryar paşve gav navêtine. Piştî vê jî dê têkoşîna me bidome. Em lêgerîna tazî ya ku îşkence ye li ser girtiyan napejirînin!”