Sîba Kurd Efşarî li girtîgehê greva birçîbûnê didomîne

Li dijî zilm û zordariya rejîma Îranê ya li girtîgehan, çalakvana îranî Sîba Kurd Efşarî ji 9’ê Gulanê ve di greva birçîbûnê de ye. Bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber kuştin, îşkence û gefên ku ne tenê girtiyên siyasî her wiha malbatên wan jî dibînin, wê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

 
Navenda Nûçeyan- Di 16’ê Gulanê de çalakvanên Twîtterê bi zimanê Farisî ji bo piştgiriya çalakvana îranî Sîba Kurd Efşarî dest bi kampanyayek nerazîbûnê kirin. Piştî zêdebûna fikaran li ser rewşa tenduristiya wê, ji ber greva birçîbûnê ku ketiye roja 8’an ev çalakî hat lidarxistin. 
Ji 9’ê Gulanê ve çalakvanan îranî Sîba Kurd Efşarî ji ber zextên mezin ên li ser malbata wê û hemû girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir û bi wê yekê banga serbestberdana dayika xwe kir.
Tendirustiya Sîba Kurd Efşarî nebaş e, berê çend caran mîdeyê wê xwîn bûbû ji ber berdewamiya greva birçîbûnê tenduristî û jiyana wê niha di xeterê de ye. 
“Bila dayika min serbest were berdan”
Sîba Kurd Efşarî di daxuyaniyekê de sedemên vê pêvajoyê şîrove kir û got; "Ji ber kuştin, îşkence û gefên ku ne tenê girtiyên siyasî rastê tên, di heman demê de malbatên wan jî tê de ne, ez ketim greva birçîbûnê. Ez daxwaz dikim ku zextên li ser malbatên girtiyên siyasî werin rawestandin û dayika min Rahîle Esil Ehmedî serbest were berdan. Me bi daxuyaniyê tenê daxwaza mafên civakî kirk u çend sal in em jê bêpar mane.”
Sîba Kurd Efşarî wiha axaftina xwe domand; “Dayika min ji xizmetên tenduristiyê hatiye mehrûmkirin. Ew sîxurên xwe bi bahaneyên cihêreng dişînin gel me da ku me tehdît bikin.” 
Ev keça ku hê temenê wê 23 salî derbas ye, ciwanî û tevahiya jiyana wê serûbin bûye. 
Sîba Kurd Efşarî di sala 1998’an de ji dayik bûye, ew di kampanyaya "Çarşema Spî" de çalakvan e. Cara yekem di Tebaxa 2018’an de dîl hat girtin û di Sibata wê salê de jî serbest hat berdan.
Cara duyem di Hezîrana 2019’an de hat girtin
 Sîba Kurd Efşarî di 8’ê Çileya 2020’an de ji beşa jinan a girtîgeha Evînê ji bo girtîgeha Qirtişk û Ramîn hat veguhestin û ew  niha bêyî ku prensîba cudabûna di navbera girtiyên siyasî û tawanbar de bigire cezayê xwe li wir didomîne. 
 Adara borî, Dadgeha Şoreşê ya Tehranê 24 sal cezayê zindanê li çalakvanê birî, 15 sal ji wan bi tawanên wekî "teşwîqkirina gendelî û fuhuşê" dê were bicihanîn û li gorî dadgeha îstînafê ceza daket 7 sal û 6 mehan.
Dayika Sîba Kurd Efşarî, Rahîla Ehmedî ku piştgirî da çalakiyên keça xwe, bi cezayê 31 meh zindanê hat mehkûmkirin û di Sibata 2019’an de ji bo ku cezayê xwe bikşîne dîl hat girtin û ew birin girtîgeha Evînê.
Xwişka Sîba Kurd Efşarî, Sukind Kurd Efşarî, piştrast kir ku tenduristiya dayika wê ji ber zextên psîkolojîk nebaş e û di girtîgehê de nikare bi xwe xizmeta xwe bike.