Seywan Rûstem: Li dijî tundiyê bi Jin Jiyan Azadî têbikoşin

Çalakvan û Endama Sekretera Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem diyarkir ku ji bo kêmkirina tundîtûjiyê, divê hemû jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kar bikin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî - Tundîtûjiya li ser jinê dinava civaka Kurd û cîhanê de her ku diçe zêde dibe. Çalakvan û Endama Sekretera Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem behsa helwestên li dijî tundîtûjiya beramberî jinan kir û destnîşan kir ku divê hemû jin bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li beramberî tundîtûjiya ser jinan rawestin.

‘Divê jin bi yekgirtinê li dijî tundîtûjiyê raweste’

Seywan Rûstem wiha got: “Ev roj jî dîrokek wê ya teybet heye ku têde xûşkên Mîrabel ji aliyê desthilatê ve tên kuştin, ev weke dîrokekê ye. Lê belê giringe ev roje roja têkoşîna hemû jinan ya li beramberî tundîtûjiyê ye. Da ku bi hev re li beramberî tûndîtûjiyê rawestin. Ji bo bi dawî anîna tundîtûjiya li cîhanê de ku Başûrê Kurdistanê ji vê para xwe girtiye û sînorê tundîtûjiyê nîne û li gor navçeyan tê guhertin divê jin xwe rêxisti bikin û bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xebatek baş bikin.”

‘Divê jin li dijî tundiyê yekdeng û xwedî helwest bin’

Seywan Rûstem destnîşan kir ku encamdana tundîtûjiyê yek jî sucên dij miroviye û li Başûrê Kurdistanê berdewam dike û got: “Sedemê vê tundîtûjiyê qeyrana aborî, siyasî û civakî a li Başûrê Kurdistanê heye, lê belê niha giringe em weke jin divê helwesta me li dijî tundîtûjiyê hebe û em yekbigrin. Ji ber hemû hêz di yekbûnê deye. Niha tundîtûjiya netewî û siyasî heye. Divê jin bi teybet jinên Kurd di azadiya jinê de balê bidin ser azadiya civakê.”