Seyareya karkerên zeytûnê qeza kir

Li navçeya Orhangazî ya Bursayê tirekî li seyareya karkerên zeytûnan ên jin û zarok jî di nav de bû qelibî. 2 jê giran 8 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Orhangazî ya Bursayê tir li seyareya karkerên jin û zarok ên diçûn komkirina zeytûnan qelibî.

Di qezayê de ajokar C. K. ya tê diyarkirin bêehliyet e û 7 karker birîndar bûn. Birîndar ji aliyê hêzên tenduristiyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Orhangaziyê. Hate hînbûn ku di nav van kesan de rewşa tenduristiyê ya Fatma Karaboga û Bahriye Kalender giran e.

Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar di 11 mehên sala 2022’an de li Tirkiyeyê 94 jin di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Hejmara zarokên jiyana xwe ji dest dane wek 61 hat diyarkirin. Di 11 mehan de bi giştî ji hezar û 654 cînayetên kar 327 di qada çandiniyê de hat jiyîn.