Seta perwerdeya Kurdî ‘Yehkem Hawrekan' gihîşt zarokan

Seta pirtûka “Yehkem Hawrekan (Hevalên Yekem)” ku zimanê Kurdî fêr dike, li bajarê Sine bi beşdariya nivîskar û mamosteyên Kurdî hat nasandin.

JONA ARDALAN

Sine- Li bajarê Sîne yê Rojhilat seteke bi navê “Yehkem Hawrekan” ku ji pirtûk û CD’yên fêrkirina zimanê Kurdî pêk tê, hat nasandin.

Di civîna danasînê ya ku li Kal Cafeyê bi beşdariya nivîskar û mamosteyên Kurdî hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku ev seta di bin çavdêriya Nîrvan Rezayî de ji aliyê Sara Ehmedzade ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Çîa Fathî ve hatiye sererastkirin. Seta ku ji bo hînkirina zimanê Kurdî ji bo zarokên navbera 3-6 salî hatibû amadekirin, berê li bajarên Bukan, Seqiz û Merîwanê hatibû weşandin. Set niha li Sineyê jî ji bo firotinê hatiye pêşkêşkirin.

Yekemîn seta perwerdeya Kurdî ye li Îranê

Rêzepirtûkên perwerdeya Kurdî ya “Yehkem Hewrekan” li gorî standartên perwerdeyê yên Zanîngeha Oxfordê hatiye çêkirin. Seta perwerdeyê ku li Îranê yekemîn seta perwerdeya zimanê Kurdî ye, di eslê xwe de li ser pirtûka Îngilîzî ya bi navê “Dostên Yekem” hatiye çapkirin hatiye amadekirin. Nêzî 3 salan amadekirina seta ku tê de sê pirtûkên sê astan û CD û dosyayên bi deng hene hatiye kirin.

Her wiha tê payîn ku seta perwerdeyê bi zaravayên din ên zimanê Kurdî Kurmancî, Kelhorî, Hewramî jî dê bên amadekirin. Kesên ku di amadekirina setê de ked dane diyar dikin ku armanca wan bi nivîsandina rêzepirtûkên perwerdeyê ew e ku zarokan fêrî zimanê wan ê zikmakî bikin û ziman û çanda Kurdî zindî bihêlin.