Serokwezîra Tûnisê ji kar hat dûrxistin

Serokwezîra Tûnisê Necla Buden ji aliyê Serokkomar ve ji wezîfeyê hat girtin. Necla Buden yekem serokwezîra jin a cîhana ereb bû.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniya Ofîsa Serokatiya Tûnisê de hat ragihandin ku Serokomar Kays Said Serokwezîr Necla Buden ji wezîfeyê dûrxist. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li şûna Necla Buden Ahmet Haçanî hatiye wezîfedarkirin. Di daxuyaniyê de sedema ji kar avêtina Necla Buden nehate gotin.

Serokomar Kays Saîd ji Ahmet Haçaniyê ku li Kulliyeya Serokomariyê sond xwar got, "Ji bo parastina welat, dewlet û aştiya civakî divê em bi ser bikevin zehmetiyên mezin hene."

Zext li welat zêde dibe

Serokomar Kays Seîd di van mehên dawî de bêyî ku hincetekê nîşan bide, hin wezîr, di nav wan de Wezîrê Derve Osman Jerandî, ji kar dûrxistibûn. Li welat zextên li ser muxalîfan, rojnameger û karsazan jî zêde dibin. Ji meha Sibatê û vir ve zêdetirî 20 kes hatine girtin, di nav wan de serokê Tevgera Ennahda, Reşîd el-Gannuşî, ku di nav wan navên girîng de ye ku Serokomar rexne dikin.

Necla Buden di sala 2021 de hatibû ser erk

Necla Buden, yekem serokwezîra jin a welat û di heman demê de cîhana erebî, piştî krîza dîrokî di sala 2021 de hate tayîn kirin. Serokkomar Kays Saîd, ku du meh beriya vê guhertinê parlemento rawestand û serokwezîr ji wezîfeyê girt, erka avakirina hikûmetê "bi lez û bez" da Necla Buden. Necla Buden beriya ku bibe serokwezîr, projeya reforma zanîngehê bi rê ve bir. Necla Buden ku doktoraya wê di warê jeolojiyê de ye, berê di wezareta xwendina bilind de wek rêveber kar kiribû.