Serokê Olîmpiyadên Tokyoyê gotinên xwe yên li dijî jinan paşve vedigerîne

Serokê Komîteya Amadekar ê Tokyo yê 2020’an Yoshiro Mori ji ber gotinên xwe yên cinsiyetparêz lêborîn xwest. Piştî ku wî hevdîtinên xwe yên dirêj bi jinan re bi gotinên acizkar ên weke jin pir diaxivin wesf kiribû, ji ber bertekên zêde lêborîn xwest.

Navedna Nûçeyan – Bikaranînên medyaya civakî xwestin zextê li komîteya herêmî bikin ku Mori ji kar derxînin û li Japonya di 4'ê sibatê de haştega "Morî, ji kerema xwe daxwaznameya xwe bişîn e" weşandin.
Lê Mori ji nûçegihanan re got ku tevî gelek kesan ku di medyaya civakî de ketin dewrê ji bo daxwaznameya xwe bixwazim, lê ez qet nafikirim ku wisa bikim. Li xwe mikur hat ku daxuyaniyên wî ne guncawin û dibêje: "Ez gelekî poşmanim û dixwazim gotinên xwe paşve bikşînim."
Li gorî rojnameya Japonî "Asahi" gotinên ku Mori ji jinan re kiribû, di civata Desteya Bawerî ya Komîta Olîmpiya ya Japon(JOC) gotibû: "Heger em di Meclisa Rêveber de hejmara jinan zêde bikin, divê axaftinên me bi sînor bin. Ji ber ku jin zehmetiyan dikşînin heya axaftina xwe diqedînin. Ev jî acizî ye."