Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncancî hat ceza kirin

Bi hinceta parvekirinek a dema çalakiyên Geziyê ku têde serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan rexne kiriye cezayê pere li Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncancî birîn.

 
Stenbol - Seroka Konseya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, dema ku Serokatiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dikir, di parvekirina xwe ya dema çalakiyên Geziyê de rexne li serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan kiribû. Ji ber vê parvekirinê doz lê hatibû birîn û danişîna dozê li 45’emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Stenbolê ya Dadgeha Anatoliyê hat dîtin. Bi armanca piştgiriyê Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû jî tevlî danişînê bû. Bi tespîtkirina nasnameyê danişînê dest pê kir û serokê dadgehê diyar kir ku dozger mutaleya xwe di danişîna beriya niha de pêşkêşî dadgehê kiriye. 
Şebnem Fîncancî, li dijî mutaleyê parastina xwe kir. Pişê, parezerê wê Merîç Eyuboglû jî parastina muwekîla xwe kir û beraeta wê xwest. 
Piştî parastinan heyeta dadgehê bi qasî 10 deqeyan navber da danişînê û piştre bi sûcdariya “heqareta li peywirdarên cemaweriyê” 7 hezar û 80 TL cezayê pere li Şebnem Fîncancî birî.