Serhildanên li Îranê di roja xwe ya 137’emîn de ye

Li Rojihilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên gel didomin. Gel ruxmê polîtîkayên zext û tundiyê kolanan naterîkîne û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bersivê dide.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ruxmê hemû polîtîkayên zext û tundiyê berdevam dikin. Hikumeta Îranê ji bo ku serhildanê bitepisîne her cure rê û rêbazan bi kar tîne û li dijî serhildanên ku bi daxwaza guhertina pergalê bi pêşengiya jinan bi pêş dikevin, rêbazên dijmirovî weke binçavkirin, revandin, girtin, darvekirin û îşkenceyan bi kar tîne. Gel jî ruxmê hemû tiştî derdikeve kolanan.

Roja duşemê gel li bajarê Bûkan, Tahran, Kirmanşan û Meşhedê bi dirûşman rejîma Îranê  şermezar kir. Ji aliyek din ve jî li ser cadeyên bajarokê Akbatan û Beheshtî çalakiyên gel veguherîn mîtîngê. Li Meşhedê gel bi dirûşma ‘Bimre dîktator’ çalakî li dar xistin. Li Kirmanşanê şahiya “Sedsal” hat pîrozkirin û gel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kom bû. Li Bûkanê jî ciwanên ku li kolanan kom bûn derdora wesayîdên girêdayî hikumetê girtin û camên wan rûxandin, li dijî hikumetê dirûşm berzkirin.

Nayê zanîn li ku derê ye

Li gorî nûçeya Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Kajal Xalediyan ku roja Yekşema borî li bajarê Sine hatibû binçavkirin, hatiye girtin û birine yek ji girtîgehên bajarê Sineyê. Kajal Xalediyan a dezgehên ewlekariyê ji bo îfadeyê bide banî wê hatibû kirin û piştî lêpirsîna wê, ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve hat girtin. Hat diyarkirin ku der barê sûcdariya Kajal û rewşa wê de tu agahî nîn e.