Li Efganistanê polîtîkayên tepesandina jinan û parçekirinê
Efganistan, welatek pir etnîk e û di dîrokê de rastî êrîş û mudaxeleya welatên biyanî hatiye. Gelo îro dijminê hindir û derve, hewl didin cûdabûna etnîkî geş bikin û gel perçe bikin?

BEHARÎN LEHÎB
Efganistan – Efganistan yek ji welatên pir netew e, dewletên êrîşker hertim hewl daye nakokiyê di navbera gelan de kûr bike. Dema Îngiltere sê caran Efganistan dagirkir, dirûşme û polîtîkaya wan a bingehîn ‘Parçe bike û rêve bibe’ bû. Tevî van hemû hewildanan jî Îngiltere û hêzên din ev gel parçe nekir. Dema bajar û gundên Efganistanê tê lêkolînkirin, wê were dîtin ku gelên cûda bi hevre jiyan kirine û di nava wan de dilsoziya malbatê heye.
Hikûmetên girêdayî dewletên êrîşker, li Efganistanê zemînê cûdabûnê amade kiriye, xizmet ji efendiyên xwe re kirine. Dema li dîroka Efganistanê were meyzekirin, tenê pir kêm hikûmetên ku zilm li gelê xwe nekiriye û bi fermana biyaniyan tevnegeriyane hene. Yek ji van hikûmdariyan jî di navbera salên 1919-1928’an de Emunallah Han e. Ev pêvajoya ku wek ‘Demê Emanî’ tê zanîn, hevjîna wî qralîçe Sureyya ji bo kêmkirina azadiya jinan, maf, perwerde û xebatên wan ên etnîkî rolek aktîv lîst.
Bi mudaxeleya Îngiltere re, demê pêşketinê yê vî gelî bi dawî bû, rêveberiyên piştî wê hatî, heta dagirkeriya Sovyetê, rewşenbîr xistin bin zextê, nakokiyên enîkî geş kirin, zexta netewî zêde kir û çanda mêrsalarî bi hêz kir. Lê belê bi dagirkeriya leşkerî ya Sovyetê re, di demê hikûmeta ku wan ava kiriye de, gel li dijî dagirkeran bû yek. Gelên cûda yên Efganistanê, li dijî Rûsan mil bi mil şer kirin, hikûmeta alîgirê Sovyetê hilweşandin. Lê belê Mucahît û Talîban ku piştre hatin û 20 salan bi hebûna DYE’yê re, parçekirina etnîkî hê kûrtir kir.
Di 20 salên dawî de gelek rewşenbîr, helbestvan, jin û mêrên Efgan li cihê li dijî zilmê têbikoşin, pirsgirêkên etnîkî kûlan û parçebûna welat wek çareserî pêşkêş kir. Ev nêrîn di nava gel de bersîv nedît. Hinek mirov bi henekî wisan dibêjin: “Ez Tacikim, ez bi jinek Hazarayî re zewicîme. Wê ev kesên cûda çawa pirsgirêka me çareser bikin?”
Bi milyonan Efgan, ji du kokên cûda zewicîne û ‘hevkariya xwînê’ dijîn. Dirûşmeya parçebûnê, ji bo sûcên ku di dema Mucahîd û Talîban de kirine revin hinceteke. Ev kes li cihê ku ji ber xiyanetê hesab bidin, xwe bi xeyalê ‘Horasana Mezin’ girêdaye.
‘Bi Talîbanê re zextên li dijî jinan zêde bû’
Ji dema ku Talîban hatî ser desthilatê, zextên li dijî jinan û pêkanînên din ên dermirovî bi awayek fermî destpê kirine. Ji bo lewazkirina yekîtiya gelan dibin navê ‘Projeya pevçûnên etnîkî’ de polîtîkaya bi zorê ya koçê dide meşandin. Li bajarên wek Bedahşan, Bamyan û Tahar ku piranî Tacik û Hazaranin, bi zora çekê gel ji malên wan tên derxistin, li van herêman hêzên Talîban û malbatên wan hatine bi cihkirin. Eraziyê çandiniyê yê gel hatin xesp kirin. Gelê ku mal û malbata xwe di parêze herçend meşan li dar bixin jî, rastî zext, girtin û heta qetlîaman tên. Cardin wek her car jin û zarok mexdûrên herî mezin in.
Îro Talîban li ser rêya Emîr Abdurrahman Han (1879-1901) ku wek zalimê ku Tacik û Hazaraniyan di tepesînîne tê zanîn, dimeşe. Gendelî, bêkarî, zexta li dijî jinan, bêdengkirina aktîvîstan, sûc, gel berbi koça bi zorê ve biriye. Mixabin rewşenbîrên cûda, lîderên Mucahît û medyaya wan, heta li ser medyaya dijîtal vê rewşê bikartînin, hestên etnîkî dikişkişîne û hedefên xwe yên parçekirina Efganistanê pêşdixin.
Divê carek din bal bê kişandin ser gelê Efgan, bi taybet tekane rêya rizgariya jinan ku li dijî hemû sûc û sîxoran, têkoşînek bê eman dana meşandin e. Encax bivî awayî geşkirina xebatên etnîk, zextên li ser jinan û bi hezaran sûcên din were astengkirin û dikare Efganistanek ku ji kedxwarî, cehalet û mudaxeleya derve paqij bûyî were avakirin.