Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 108’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, rûxme hemû zextên Hikumeta Komara Îslamî ya Îranê jî di roja xwe ya 108’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan- Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 108’emîn de didome. Li dijî serhildana şoreşgerî ya gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, bersiva Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê binçavkirin, girtin, tundî, eşkence, gef, dayîna cezayên girtîgehê û durxistina xwendekarên zanîngehê ya ji dersên xwe ye.

Li zanîngeha Amir Kabîr Amir 40 xwendekar hatin durxistin

Li gel serhildana şoreşgerî ya lêgerînvanên azadiyê, tepeserkirin, girtin û gefên li ser xwepêşanderan ku xwendekar jî di nav de bûn, zêde bûn û di çend rojên dawî de 40 xwendekarên din ji xwendina zanîngeha Amir Kabîr hatin dûrxistin. Li gorî Rêveberiya Ewlehiyê ya zanîngeha Amir Kabîr, xwendevanên hatine durxistin heta daxuyaniyeke din ji dersên xwe mehrûm tên hiştin.

Beriya niha, Midurê giştî yê zanîngeha Şerîf a teknolojiyê ragihand ku ji xwendekarên xwepêşandar 33 cezaya pêş daye û got heta niha jî serî li temyîzê nehatine dayîn.

Reyhaneh Sadat Saeedî hat berdan

Bijîşk Reyhane Reyhaneh Sadat Saeedî ya li Tahranê dijî û di dema serhildanê de hatibû girtin, duh ji girtîgeha Êvînê hat berdan. Li gorî raporên ku di 12’ê Cotmehê de hêzên ewlehiyê avêtibûn ser mala Reyhaneh Sadat Saeedî. Hezên ewlehiyê yên mala Reyhaneh Sadat Saeedî lêgerîn kirin û dest danîn li ser kelûpelên wê yên şexsî, jina ciwan girtibûn û sewqî Ofîsa agahiyê Enformasyonê ya Girtîgeha Evînê ku bi navê Qawîşa 2A kiribûn.

Dr. Reyhaneh Sadat Saeedî bi sûcê “peyaman veşartî kirin û teşwîqkirina gendelî û propagandaya li dijî pergalê” hatibû sûcdarkirin.

Kurtefîlma bi navê “Jin, Jiyan, Azadî”

Derhênera ciwan a Kurd Hayman Bajlanî ji bajarê Kamiyaran a Rojhilatê Kurdistanê li ser rûpela xwe ya şexsî ya Instagramê kurtefîlmek bi navê “Jin, Jiyan, Azadî” ku Mah Mûnir Bitarî û Sepehr Mihemedî lîstiyê, parve kir.

Kurtefilm ku bi îlham girtina serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê 3 deqiqeyan û 23 saniyeyan hatiye çêkirin, çîroka jinekê ye ku li dijî penceşêrê têdikoşe ye. Jina ku ji ber kemoterapî û ji ber sedemên komplîlkasyona nexweşiyê hemû porê xwe winda kiriye, dermanên xwe yên penceşêrê berhev dike, difiroşe dermanxaneyê û pereya xwe ji bo kirîna perûk xerc dike. Ev jina ciwan dema vedigere mala xwe li pêşberê eynilê perûka xwe bikartîne û bi kurtkirina perûka xwe qanûna hicabê ya mecbûrî şermezar dike.