Bi hezaran kes beşdarî merasîma serhildêran bûn
Serhildana “Jin jiyan azadî” li bajarên Îran û Rojhilat berdewam dike, merasîmên oxirkirina kesên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane agirê serhildanê geş kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî xwepêşandanên ku li Rojhilat û Îranê bi diruşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kiribûn, bi pêşengiya jinan berdewam dikin. Ji bo kesên di serhildana gel de ji aliyê dewleta Îranê ve hatin qetilkirin li gelek navendan merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di merasîmên bîranînê de hat destnîşankirin ku berxwedan wê mezin bibe.
Bi hezaran kes herikîn merasîma cenaze
Li bajarokê Dîwalan a Sine bi beşdariya hezaran kesî ji bo Muhsîn Nîzayî yê ku hatibu qetilkirin merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Welatiyên beşdarî merasîma bîranînê bûn bi dirûşmeyan hikûmet protesto kirin.
Ji bo Hemîd Riza Rohî ku li Tehranê jî hatibû qetilkirin, merasîmek bi boneya çilemîn roja kuştina wî hat lidarxistin. Dewleta Îranê mudaxeleyî merasîma bîranînê kir. Di navbera serhildêran û polîsan de pevçûn derket. Li Ahwazê ji bo Etîfe Neam merasîma bîranînê hat lidarxistin. Arman Îmadî di çilemîn roja kuştina xwe de li bajarokê Merdevşt a Şîrazê hat bîranîn.
Di bîranînan de hesta hevpar mezinbûna serhildanê bû.