Serhatiyek ji têkoşîna 30 salan: Heta dawiyê berxwedan
Xanê Îzer a rûxmî temana xwe ya 95 salî di her keliyên berxwedaniya li dijî hewildana dorpeçê ya arteşê Iraqê ya Wargeha Mexmûr de li çeperên pêş cihê girt, qala berxwedana jinan a 30 salan kir.
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Berxwedanî çandek ku ji dayik û bavan derbasê zarokan dibe ye. Ev çanda berxwedanî ku ji Botan, Serhet ketiye nava bedena Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî, di 30 salên penaberiyê de kêli bi kêli zindi dibû û zarokên ku nû ji dayik dibûn bi wan çirokên berxwedaniyê hatin mezin kirin.
Rawestgeha dawî ya penaberiyê: Mexmûr
Gelê Botanê ku di sala 1994’an de ji ber zext û zilma dewleta Tirk neçar ma ji gundên xwe ji ser xak û warê xwe koçî axa Iraqê bike, piştî rêwîtiya zehmet a 7 wargehên wek Bihêrê, Şeraniş, Bêrsîvê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova û Nehdaran, di sala 1998’an de niştecihê li quntara çiyayê Qereçox ê navçeya Mexmûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî bû. Gelê Mexmûrê beriya ku di wargeha Mexmûrê de niştecih bibin di wan her 7 warên din de tovên berxwedaniyê li ser wan xakan rêşandin ku heta gihan warê dupişk û maran. Di vê warê ku hêlina mişk û maran, warên toz û bahozan de jin, zarok, ciwan, kesên temên mezin di 25 salan de bi destê xwe jiyan ji nû ve afîrandin.
Her roj bi berxwedan e
Careke din li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî berxwedanî dibe navê gelê Mexmûrê. Di vê wargehê de dayik çavkaniyên xwe yên jiyanê yên wek Berxwedan, Têkoşîn û Serkeftin wek nav li zarokên xwe dikin. Ji ber vê yekê yên ku herî zû xwe digihîjin çeperên pêş yên berxwedaniyê zarok in.
Gelê Mexmûrê ku di tevahiya rêwitiya xwe ya penaberiyê de rastî bi dehan êrişên dewleta Tirk û PDK’ê hat, tu carî li hemberê van êrîşan serî netewandin û bi biryarbûna xwe li ber xwe dan. Me careke din di sibêha 20’ê Gulanê de ku dema arteşa Iraqê hewildan carek din dora wargeha Mexmûr dorpeç bike, bi çavê xwe dit ka berxwedanî çawa tê kirin ka gel çawa dikare hesap û planên dagirkeran bi tilili û dirûşmeyên xwe têk dibin. Di vê warê ku herî zede berxwedani lê watêdar dibe de di van kêliyan de careke din tovên berxwedaniyê yên ku ev 30 sali n lê hatiye reşandin de êdî şaxên xwe belav dikin.
Îrade û berxwedana topyekun
Bêguman 20’ê meha Gulanê ji zarokên di zikê dayika xwe de bigrin heyanî pir û kalên 80 salî ku ji bilî berxwedaniyê tu rêyên din ji xwe re ne ditin, li her çar aliyên wargehê di konên berxwedaniyê de li beramberî artêşa Iraqê hatibûn danîn li ber xwe didin û berxwedaniyê fêrî zarokên xwe dikin. Di vê berxwedaniyê de jin û zarok bûn sembol û singa xwe dane ber tang û çeken giran yên artêşa îraqê ku hewil da derdora Wargeha Mexmûrê dorpeç bike.
Yek ji wan jinên berxweder yên ku di konên berxwedaniyê ku 20’ê Gulanê hat danîn û 4’ê Hezarîna piştî paşve kişandina arteşa Iraqê ya bi saya berxwedana gel li kêleka sedan dayikên berxweder li ber xwe dide Dayika Xanê Îzer e. Dayika Xanê rûxmî temana xwe ya 95 salî di her keliyên berxwedaniya li dijî hewildana dorpeçê ya arteşê Iraqê ya Wargeha Mexmûr de li çeperên pêş cihê girt.
Li ser erdê zûha jiyanê vejandin
Dayê Xanê Îzer a ji gundê Gundikremo ya qontarê çiyayê Cûdiyê, bi van gotinan qala rêwîtiya penaberiyê ya 30 salan kir: “Wargeha Etrûşê gelek zehmet bû, Geliyê Qiyametî jî zehmet bû. Dema em çûn ew wargehan me birçîbûn, tazîtî dît. Me di konan de jiyana xwe domand û gelek zehmetî jiyan kir. Vê demê tiştek tunebû ku em bixwon û tu cil tunebûn em bikin ber zarokên xwe. Nînova û Nehdara rewş hin zêdetir xirabtir bû. Tişta ku li Nehdarê yên Ereb li ser me anîn kes neanî serê me. Mirovên me şehîd xistin, serê wan jêkirin û birîn firotin. Me gelek zor û zehmetî di rêwîtiya xwe ya penaberiyê de jiyan kir. Nivê şevê ji me ra gotin dê KDP’ê êriş bike, me jî hemû tiştên xwe hişt û koç kir. Em rojan li kolanan man, tu tiştekî tunebû ku em xwe xwedî bikin. Zarokên me diçûn gundên dorder kêmek xwarin dianîn. Dema em hatin Mexmûrê jî tu tiştek tunebû, erdê zûhabû. Em diçin gundên derdor ji xwe hinek avê vexwarinê dianî. Heta em ji xwe av dianî, ava me germ dibû me nedikarî vexwin.”
Xanê Îzer qala çanda berxwedaniyê a gelê Mexmûrê kir û wiha got: “Em li dijî ewqas zor û zehmetiyan serî netewand û berxwe da. Dema em hêj li bakûrê Kurdistanê bûn, dewleta Tirk hertim êrîşê me dikir, me li ber xwe da û me got em bimrin jî em li gorî fikrên we tevger nekin. Me li dijî dijminên xwe berxwedaniyek mezin nîşan da.”
Zarok di nav berxwedaniyê de mezin bûn
Xanê Îzer di berdewamiya gotinên xwe de qala çawa zarokên xwe ferî berxwedaniyê kirine kir: “Li dijî wan êrîşan me zarokên xwe xwedîkir. Em ji zarokên xwe re û hemû kesên dihat pêşiya me, qala berxwedaniya xwe dikir. Hemû zarok û nêviyên me di nava berxwedaniyê de mezin bûn û fêrî berxwedaniyê bûn. Hemû mirovên li vir jî zehmetî ditin û di nava zehmetiyê de mezin bûn. Lê zehmetiya herî mezin me li kampên din dît. Piştî ku me li vir jiyan avakir, di jiyana me de hinek xweşî çêbûn, lê cardin dewleta Tirk û KDP’ê êrîşê me kir.”
‘Em ji bo her tiştê amede ne’
Xanê Îzer di dawiya axaftina xwe de bal kişand berxwedana xelkê Mexmûrê ya bû sedem ku hewldanên dorpêçê ya Iraqê bê şikandin û wiha got: “Em ê heta dawiyê di berxwedaniya xwe bi îsrar bin. Em ji bo her tiştê amede ne.”