Serhatiya Nûpelda Serêkaniye: Ji bo tolhildana dagirkeriyê
Nûpelda Serêkaniyê yek ji kesên ku ji warê xwe hatiye koçberkirin e, da zanîn ku dema ji bajarê xwe Serêkaniyê derketiye êşek mezin kişandiye û ji bo tolhildana hemû deverên welatê xwe yên dagirkirî biriyara tevlibûna nava refên YPJ`ê daye.
Hesekê - Nûpelda Serêkaniyê ya ku di zarokatiya xwe de bi çîrokên şoreşgeran mezin bûye, dema biçûk bûye bavê wê û xwişka wê ya ji wê mezintir ketine nava xebatên şoreşê û her ku ji nava xebatê vedigeriyane malê qala xebatên xwe kirine. Ji destpêka şoreşê ve bavê wê di nava kar de bû. Sala 2016`an dema li ser erka xwe bû di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe xwe ji dest dide. Nûpelda da zanîn ku piştî şehadeta bavê xwe, di sala 2019`an de ji bajarê xwe Serêkaniyê jî dûr ketiye û bi dagirkirina Serêkaniyê re êşa bindestiyê ji kûr ve hîs kiriye, ev yek bûye sedem ku biryara tevlibûna nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê bide û sala 2020`an tevli bûye.
Zêxta mêr qebûl nekir
Nûpelda Serêkaniye diyar kir ku li gel di nava malbatê de zaroka biçûk bû jî li hemberî birayê xwe yê zorî li wan dikir derdiket û ji wê demê ve deshilatdariya mêr li ser xwe nedipejirand û wiha domand: “Em di malê de çar xwişk û sê bira bûn, ez zaroka herî biçuk a malê bûm. Dayika min ji bo xwedîkirina me di nava tevgerê de bû. Malbat û civaka ku tê de mezin bûm di aliyê namûsê de gelek girtî bû. Birayê min ê mezin taybetiyên apê min girtibûn. Ez ji wan nêzikatiyên wî aciz dibûm û li hemberî wî radibûm. Piştî bavê min şehîd ket hîn zêdetir min zorî kişand. Dayika min nikaribû li hemberî birayê min rabe û parastina me bike. Tenê ji bo keçikên xwe biparêze di nava hewldanan de bû lê nikaribû li hemberî ap û birayê min rabe. Herî zêde min li metên xwe dinêrî, ew şerker bûn û bi kêrî xwe hatibûn, herî zêde jî meta min a biçûk jêhatî bû. Ez paşê li ser difikirim min ji hemû malbatê zêdetir taybetiyên meta xwe ya biçûk girtiye ku weke wê şerker im. Ligel biçûka malê jî bûm li hemberî ap û birayê xwe radibûm.
Di dibistanê de jî ez bi kêrî xwe dihatim. Her çendî bavê min dixwest em bixwînin û dibistanê bi me dida hezkirin min dev ji dibistanê berda. Tenê hevalek min hebû, min gelek ji wê hevala xwe hez dikir Dayika min timî ji min re digot here cem ên te bigirînin ne yên te bikenîn ji bo ku em hevaltiya mirovên baş bikin dayika me em perwerde dikirin.”
`Dema em zarok bûn dayika min ji me re qala Rêbertî dikir`
Nûpelda Serêkaniye di berdevamiya axaftina xwe de da zanîn ku wê hert tim şervan didîtin û ji wan bi bandor dibû û wiha berdewam kir: “Ji biçukahî ve em bi çîrokên hevalan mezin bûn. Dayika min jî qala Rêbertî ji me re dikir, bi qasî tiştên dizanibû ji me re digot lê nedixwest em tevli bibin. Destpêka şoreşê xwişka min a ji min mezintir Jiyan tevli nava xebatên şoreşê bû di nava demek kin de xwe bi pêş xist û her dem ji me re qala azadiyê dikir. Wê demê biçûk bûm min nizanibû azadî çi ye. Min heval didîtin û ji wan bi bandor dibûm min xwest ez jî tevli wan bibim û ji nêz ve partiyê nas bikim. Dema me Serêkaniyê li pey xwe hişt bandorek gelek giran li ser min kir û ji wê demê heya niha êşa wê nikarim pênase bikim. Li ser wê yekê ji bo azadiya bajarê xwe Serêkaniyê ya ku bi min re weke birînek giran maye û nikarim bînim ziman min biryara tevlibûna nava YPJ da û ketim ferqa bindestiya welatê xwe û pê êşiyam.”
`Dema tevli bûm di gava yekê de min hevala Mizgîn dît`
Nûpelda Serêkaniye pêvajoya tevlibûna xwe ya nava refên YPJ`ê jî wiha anî ziman: “Hefteyek mabû ji 15`ê Tebaxê re dema tevli bûm. Min tu deverek nizanibû, ez dema ji malê derketim geriyam min heval nedîtin ez çûm cem kalekê min pirsa hevalan kir, wî ez şandim cem Hêzên Cewherî. Hevala Mizgîn li wir bû bi min re mijûl bû rojekê li cem xwe hiştim û paşê ez şandim cem hevala Uta. Hevala Mizgîn ji Kobanê ye dema ku min hevala Mizgîn dît. Min hîs dikir ku ez difirim. Wê kêliyê baş min hîs kir azadî çi ye û xwegihandina azadiyê çi ye. Ez ketim kelecanê û gotin ji min dernediket tenê min li hevala Mizgîn dinêrî. Min dixwest biçim êdî li malê venegerim. Her çendî min nizanibû heval hene jî li ser tiştek wiha difikirîm. Dema ku min dît hevala Uta wan naçin malê û ji min re qala hevalan dikir hîn zêdetir hezkirina min li hemberî wan çêbû, min di tevlibûnê de îsrar kir.”
‘Ez hînî gelek tiştan bûm’
Nûpelda Serêkaniye pêvajoya xwe ya destpêka tevlibûnê û hînbûna jiyana nava refên YPJ wiha tîne ziman: “Hevala Uta ya ku rêgezên rêxistinê bi min da nasîn û ez hînî gelek tiştan kirim, hevalek gelek şîrîn bû li gel ku birîndar bû, baş nikaribû destê xwe bi kar bîne jî nedihişt kes destên xwe bide tiştên wê bi xwe karê xwe yê kesanî dikir. Her tevgerek wê min gelek dida fikirandin û bandorê li ser min dikir. Destpêkê ez hînî wê yekê kirim ku çawa bipeyîvim, çawa bi hevalan re bidim û bistînim paşê jî ez hînî xwendin û nivîsandinê kirim. Ji ber hewldana min têr nedikir ez tîpan hîn bûm lê di asta xwendin û nivîsandinê de nebû. Pirtûk da destên min pirtûka seretayî ya zimanê Kurdî bû ji bo bikaribim bi xwe pirtûkê bixwînim gelek hewldan kir. Hevala Viyan jî li gel hevala Uta wan bû herî zêde ji bo xwendinê ew bi min re mijûl bû. Ez bi qasî heft mehan li gel wan mam. Di nava wan çend mehan de hewl didan min li gorî rêgezên jiyana YPJ’ê perwerde bikin û li ser wê bingehê pirtûkên Rêbertiyê didan destên min. Dema ez hînî xwendinê bûm êdî min dest bi xwendina pirtûkên Rêbertiyê kir. Ji wê û şûnde her ku şaşîtiyek dikim Rêbertiyê tînim bîra xwe. Ji xwe re dibêjim divê milîtan bê qisûr bin û divê bi her tevgerek xwe bi bandor bin.”
‘Pêdiviya me bi xwenasîn û biryardariyê heye’
Nûpelda Serêkaniye ji bo bilindkirina biryardariya xwe ya têkoşînê wiha got: “Li hemberî asta ku hevala Sara Goyî û Rûken Zelal xwe gihandinê rexnedayîna xwe didim, ji bo layiqî hevalên şehîd bibim di nava têkoşînê de me. Dema li vê çalakiya mezin û bi wate dinêrim xwe li ber wê pir biçuk dibînim û dikevim nava hewldana xwe gihandina rêhevaltiya wan. Ji bo wê jî ez ê xwe bi bîrdoziya Rêber Apo kûr bikim ji bo xwe baştir binasim û bigihîjim asta hevala Sara û Rûken. Xwe avakirin û birêxistinkirin kedek mezin dixwaze, ji ber wê jî dizanim xwegihandina xwebûnê ne hêsan e. Ji bo ku em jiyana rast bijîn pêdivî bi ked û berxwedanê û xwegihandina xwebûnê heye. Dijminek wisa hov li hember me heye ku hewldana tunekirina me dide. Ji bo em bikaribin xwe li hemberî wê bihêz bikin û bi ser bixin pêdivî bi xwenasînê heye.”