Serê Golan bû kavil: Me dewlet nedît, gel li me xwedî derket!

Li Serê Golanê ya ku yek ji navçeyên di erdhejê de zirareke mezin dît, gel ji ber alîkariyê spasiya dildaran kir û got, “Me li vir tiştekî ji aliyê dewletê ve nedît. Ya ku li me xwedî derket gel bû.”

Semsûr – Bandora erdhejê li navçeya Serê Golan ya Semsûrê ku di navbera her du navendên mezin ên erdhejê yên navçeyên Bazarcix û Elbîstana Mereşê de ye, bi tundî hat hîskirin. Li navçeya ku rê qut bûn û dar ji kokê hilbûn bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Hate hînbûn ku ekîb di roja 3’yemîn de hatine navçeyê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Li navçeyê rê qût bûn, dar ji kokê hilbûn

Rêya Meletî-Serê Golan ji ber erdhejê zirareke mezin dît. Rewşa navenda navçeyê jî ne cuda ye. Hema bêje hemû rê xera bûne. Heta daran jî ji kokê bûne. Li navçeya ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 3’yemîn da hat dest pê kirin, li gelek cihan kavil tên rakirin. Morg tijî bûn, welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane li goristana komî tên definkirin.

'Em 10 kes li dikanekê dimînin'

Necla Ertaş a ji Serê Golanê diyar kir ku piştî erdhejê 3 rojan di wesayîtê de man, paşê çûne tamîrxaneyek. Necla Ertaş anî ziman ku ew bi alîkariya gel li ber xwe didin, diyar kir ku kon nayên dayîn. Necla Ertaş axaftina xwe wiha domand: “Em niha li erdê radizên. Piştî erdhejê sê rojan em di nav otomobîlan de man. Di rojên destpêkê de em diçûn cihên bilind. Em nikarin têkevin malên xwe. Ev der hemû wêran bûne, tiştek li vir nemaye. Gelê me gelek piştgirî da me. Xweşbextane em li wir dijîn, lê ji me re her cure xwarin û sobek anîn. Ji ber ku kon nedan me em li dikanê dijîn. Tamîrxaneya ku em lê dimînin, em bi hev re li wir dimînin.”

'Li navçeyê tuwaletek jî tune ye ku em biçinê'

Necla Ertaş diyar kir ku navçe ji ber weranbûnê demeke dirêj wê nikaribe were ser xwe û wiha got: “Niha rewş pir xerab e, lêgerîn hê jî didome. Li jêrê mal li ser mal nemaye. Li vir bi hezaran kes mirin. Cenazeyên mirovan hê jî di bin xirbeyan de ne. Niha ne av û ne jî ceyran heye. Em tuwaletek jî nabînin ku herin. Ji bo me pirsgirêkek mezin e. Tuwaleta paqij li aliyekê, em tuwaletê jî nabînin.”

'Me tiştek ji aliyê dewletê nedît'

Dûvre Hatîce Dûz axivî û diyar kir ku wan ji dewletê tu alîkarî negirtine, di vê pêvajoyê de rayedarên dewletê jî nedîtine û wiha got: “Em niha erdheja sedsalê dijîn. Serê Golan di dîroka xwe de erdhejek wiha nedîtiye. Ji ber erdhejê em hemû li derve ne. Em ji malên xwe derketin. Yên ku li me nihêrîn gel bû. Me tiştek ji dewletê nedît. Gelek spas ji bo gelê me. Ev der pir xerab e, lê bi xêra xelkê em neketin û li ser piyan in.”