Serdana şandeya aştiyê hat astengkirin
Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî ku xwest bi şêwaza du komên cuda serdana Şengal û Mexmûrê bike, bi hinceta vîzeya wan a Iraqê nîn e, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatin astengkirin.
Navenda Nûçeyan- Şandeya Aştî û Azadiyê ya navneteweyî ya bi kampanyaya “Kurdistanê biparêze” daye destpêkirin, îro di saetên sibehê de bi şêwaza du koman xwestin serdana Şengal û kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bikin. Lê şandeya Mexmûrê li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hat astengkirin. Bi heman demê de destûr ji bo koma ku xwestin biçin Şengalê jî nehat dayîn.
Endamên şandeyê diyar kirin ku tevî hemû hewldanên wan jî hêzên Iraqê destûr nedane serdana Şengal û Mexmûrê bikin û weke sedem jî nebûna vîzeya Iraqê dane nîşan. Her du şande careke din vegeriyan bajarê Silêmaniyê.
Hêjayî gotinê ye ku wê şande îro di saetên êvarê de 17.00’an de têkildarî êrîşa li dijî gundê Gelale yê Şarbajêr daxuyaniyeke çapemeniyê bide.