Sendîkavana Îspanyayî: Pêwîst e Ocalan tavilê bê azadkirin
Berdevka Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Valenciayê Beatriu Cardona destnîşan kir ku piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, tu hincetek Tirkiyê ya ji bo qirkirina Kurdan û got ku pêwîst e Ocalan tavilê bê berdan.

BINEVŞ STÊRK
Navenda Nûçeyan – Berdevka Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Valenciayê Beatriu Cardona pêşketinên dawî yên li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji ajansa me re nirxand. Beatriu diyar kir ku pêşketinên dawî yên di pirsgirêka Kurd de, bi taybetî jî daxuyaniya dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga wî ya agirbestê û teşwîqkirina ji bo aştiyê, ne tenê ji bo herêma Rojhilata Navîn -ne ku ev herêm di aliyê jeopolîtîk de ji bo hemû dinyayê gelek girîng e- di heman demê de ji bo mafên mirovan û têkoşîna aştiyê jî gelek girîng e.
‘Agirbesta PKK’ê yek ji bûyerên herî dîrokî ye’
Beatriu wiha berdewam kir: “Ji ber ku hûn dikarin ji bo aştiyê têbikoşin. Mîna ku Birêz Ocalan kiriye bi rêya nivîsandina gotaran ji bo aştiyê têbikoşin; mîna herêmên Kurdan bi hikûmetan re bi awayek demokratîk tevbigerin û ji bo aştiyê têbikoşin. Hinek pêşketinên derbarê şerê li Ukraynayê de, agirbesta PKK’ê ya ku ez dibêjim yek ji bûyerên girîng ên di van demên dawî de çêbûn û dîrokî ye, di bin siya xwe de hiştin. Li gor min tiştê herî bi êş, ev e. Her wiha banga aştiyê ya Birêz Ocalan jî di bin siya xwe de hiştiye.”
‘Tu hincetek Tirkiyê ya ji bo astengkirina azadiya Ocalan nemaye’
Beatriu, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 sal in ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi awayek ne yasayî di girtîgehê te tê hiştin û wiha got: “Piştî daxuyaniya dawî ya Ocalan, li gor min êdî tu hincetek hikûmeta Tirkiyê ya ji bo domandina girtîbûna wî, nemaye. Em bang li Birêz Erdogan dikim ku qirkirina li hember gelê Kurd dimeşîne, rawestîne. Ji ber ku ji bo domandina vê qirkirinê tu sedemek wî tunebû, lê niha tu hincetek wî jî tuneye, ji ber ku êdî şerek tuneye, li hember te artêşek tuneye. Di şûna wî de daxwazek aştiyê ya herî xurt heye û gelê Kurd vê aştiyê heq dike.”
‘Bila civaka navnetewî zextê bide ser hikûmeta Tirkiyê’
Beatriu diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyê heq dike û wiha pê de çû: “Vegera nav gelê xwe heq dike, bi vî awayî dikare wek rêberê hemû netewa Kurd di eniya pêş a hevdîtinên aştiyê de cîhê xwe bigre. Li gor min ji ber ku Tirkiyê hê di vê mijarê de tu gavek neavêtiye. Lewma divê civaka navnetewî zexteke mezin bide ser Tirkiyê. Bi vî awayî em dikarin yek ji pevçûnên herî bê edalet ên li dinyaya nûjen, çareser bikin.”
‘Bila birêz Ocalan were berdan’
Beatriu anî ziman ku Tirkiye, heta ku civaka navnetewî vêya lê ferz neke, dê bi tu awayî gav navêje û wiha got: “Ger ku Tirkiye bi rastî jî dixwaze bibe perçeyek Yekîtiya Ewropayê, pêwîst e ku şerê zalim, bê edalet, niheq û der yasayî yê li hember Kurdan dimeşîne, tavilê rawestîne. Ev jî ancax Rêberê Kurd Abdullah Ocalan tavilê were azadkirin dê pêk bê. Heta ku hikûmeta Tirkiyê vî gavê yekem navêje, nikare di aliyê tevlîbûna li Yekîtiya Ewropayê de tu pêşketinek bidest bixe.”
‘Gelên dinyayê, li kêleka gelê Kurd in’
Beatriu bal kişand ser pîvanên tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê û bi vê bang û peyamê dawî li gotinên xwe anî: “Divê Tirkiye bizanibe ku binpêkirina mafên mirovan, binpêkirina mafên netewî û binpêkirina azadiya Birêz Abdullah Ocalan, astengiya yekem a li pêşiya tevlîbûna li Yekîtiya Ewropayê ye. Di vê hêlê de êdî Yekîtiya Ewropayê nikare zêdetir bêdeng bimîne. Saziyên alternatîf û bi dehan kesên ku Xelata Nobelê stendine, ji bo ku serdana dawî ya ji bo Abdullah Ocalan pêk bê, gelek zext dane ser Tirkiyê. Çawa ku me heta niha zextê daye ser hikûmeta Tirk, ji niha û pê de jî emê bidin. Emê bêjin cudaxwaziyên bi her awayî yên li hember Kurdan rawestîne. Emê bêjin vê qirkirina bêdeng a ku bi bêdengiya hemû hêzên dinyayê pêk tîne, bila rawestîne. Gelên dinyayê, li kêleka gelê Kurd in.”