Li Silêmaniyê 8’ê Adarê hate pîrozkirin
Li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê, bi pêşengtiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan ya ji bo Rojavayê Kurdistanê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de peyama Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan hate xwendin.

Silêmanî – Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di domin. Divê çarçoveyê de duh bi şev li hola Tewar ya bajarê Silêmaniyê, bi pêşengiya Kongreya Star û Kampanyaya Piştgiriya Jinan ya ji bo Rojavayê Kurdistanê, şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.
Beriya ku şahî destpê bike, deqeyek rêz hate girtin û piştre şahî destpê kir. Di şahiyê de stran hatin pêşkêşkirin û 8’ê Adarê li jinan hate pîrozkirin.
Di şahiyê de peyama taybet ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi boneya 8’ê Adarê ji bo jinan şandî ji aliyê Çiro Şiwanî ve hate xwendin.
Dawiyê de jî bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qêrîn û li ber stranan govend hate gerandin.