Sêmîn Kazemî: Bêyî wekheviya yasayî rakirina mehrê dê bibe sedema bindestiyê
Civaknas Sêmîn Kazemî diyar kir ku sînordarkirina pergala mehrê ji bo jinan bêyî misogerkirina wekheviya yasayî û serxwebûna aborî, dikare piştî hevberdanê bêewlehiya wan a aborî zêde bike.
Navenda Nûçeyan – Di pergala yasayî û civakî ya Îranê de, mehr, ne tenê mecbûriyeteke darayî di navbera hevjînan de ye. Di rewşeke ku jin û mêr di nava malbatê de xwedî maf û desthilatdariyek wekhev nîn in û beşek girîng ji jinan ne xwedî aboriya serbixwene de, mehr bûye yek ji amûrên yasayî û darayî yên kêm ku gelek jin ji bo çareserkirina krîzên jiyana hevbeş û hevberdanê bikar tînin.
Di salên dawî de, ji ber zêdebûna daxwazên ji bo mehrê û encamên wê yên yasayî, di nav de girtina hinek mêran ji ber nedana pere, li Îranê bûye mijareke bi nakok. Di heman demê de, nîqaşa li ser sererastkirina yasayên der barê mehrê de jî bûne sedema bertekên cuda. Hinek kes tekezî li ser kêmkirina barê darayî yê li ser mêran dikin lê rexnegir dibêjin ku divê rewşa yasayî û aborî ya jinan bi hev re bê nirxandin.
Civaknas Sêmîn Kazemî di du gotarên xwe yên bi sernavê, “Li ser yasaya nû ya mehrê” û “Pirsgirêka mehrê” de, hewl dide vê mijarê bi perspektîfeke civakî û pergalî binirxîne. Li aliyekî encamên sînorkirinên mehrê yên heyî nîqaş dike û li aliyê din jî pêkhatin û belavbûna daxwazên mehrê di têkiliya bi pêşketinên aborî û civakî yên di civaka Îranê de rave dike.
Sêmîn Kazemî sînordarkirina mehrê rexne kir û da zanîn ku pirsgirêk nikare tenê ji nêrîna mêrên ku nikarin mehrê bidin binirxîne û divê encamên guhertina yasayê ji bo jinan jî bên hesibandin û wiha got:
“Ger jin û mêr ji aliyê yasayî, aborî û civakî ve di rewşeke wekhev de bûna, pêwîstiya jiholêrakirina mehrê wekî mecbûriyetek darayî ya yekalî dikaribû bê nîqaşkirin; lê belê di rewşa heyî de wekheviyek wisa tune ye û hinek jin mehrê wekî yek ji çend çavkaniyên pêbawer ên piştgiriya aborî qebûl dikin. Pergala yasaya malbatê li Îranê wekî yek ji faktorên ku dibin sedema vê newekheviyê dibîne.”
Sêmîn Kazemî balê dikşîne ser cudahiyên mafên di navbera jin û mêran de di mijarên hevberdan, welayet û desthilatdariya yasayî ya mêran di hinek biryarên têkildarî jiyana malbatê de û wiha dibêje: “Sînordarkirina yek ji çend amûrên aborî yên jin xwedî ne, bêyî afirandina maf û parastinên alternatîf, dikare wan bixe rewşeke qelstir.”
Jin û girêdayîna aborî
Sêmîn Kazemî di gotara xwe de balê dikşîne ser rewşa aborî ya jinan jî û wiha dibêje: “Rêjeyek mezin ji jinan li Îranê dahatek wan a serbixwe nîn e û gelek ji wan bi salan li malê, bêyî mûçe bigrin di nava hevjiyanek hevbeş de, karên malê dikin, lênêrînê dikin. Ji bo jinek ku karek, dahat an milkên wê yên serbixwe tune ne, hevberdan dibe sedema xetereyek cidî ya xizanî û bêewlehiya aborî. Ger mehr bê sînordarkirin an jî bê rakirin ger mekanîzmayek bi bandor neyê afirandin da ku ewlehiya aborî ya jinan piştî veqetînê misoger bike, zexta aborî ya vê guhertinê dê herî zêde ji hêla jinên kêmdahat ve bê hîskirin. Bêyî ji newekheviyên din ên yasayî bêpar bimîne, sînordarkirinên heyî dikarin bi rastî bibin amûrek ku ji bo jinan hevberdana bêdil dijwartir bike. Ji ber ku ji bo jinek di dema hevberdanê de mafên wekhev tune ye û piştgiriya aborî ya serbixwe tune ye, dibe ku piştî hevberdanê derfetên kêmtir hebin û di mijara ewlehiyê de kêmtir xwedî firsend be.”
Sêmîn Kazemî vê rewşê wekî cureyek ‘duqat bindestî’ dibîne; ango, wekî sînordarkirina mekanîzmayeke piştgiriyê ku mafên jinan û newekheviyên din ên pergalî di aboriyê de hê nehatine çareserkirin dibîne.
Çima mehr bûye pirsgirêkek civakî?
Sêmîn Kazemî di gotara xwe ya bi navê ‘Pirsgirêka Mehrê’ de li ser vê pirse disekine: Çima mehr ji mecbûriyeteke sembolîk a ku berê wekê ‘kî da, kê girt’ dihat pênasekirin, veguherî daxwazeke rastîn û berhevkirî?
Sêmîn Kazemî anî ziman ku bersiva vê pirsê divê di taybetmendiyên exlaqî yên jinan de neyê lêgerîn û got: “Her çendî zêdebûna daxwazên mehrê pir caran bi ‘reşkirina’ jinan tê ravekirin jî divê guhertinên civakî û aborî yên di civaka Îranê de bên lêkolînkirin.”
Sêmîn Kazemî balê dikşîne ser guhertinên girîng ên di civaka Îranê de ji salên 1990’î vir ve û bawer dike ku nirx, norm û tevgerên civakî bi pêşketinên aborî û siyasî re hemwext guherîne.
Sêmîn Kazemî vê serdemê bi belavbûna şêweyekî rêveberiyê yê li ser bingeha aqilmendiya aborî û mantiqa bazarê ve girêdide û bawer dike ku encamên vê guhertinê ne tenê bi aboriyê ve sînordare, mentiqa aborî di warên cûrbecûr ên jiyana civakî de belav bû.
Li gorî nêrîna Sêmîn Kazemî, tiştê ku derketiye holê ne tenê ‘aboriya bazara azad’ e, cureyek ‘civaka bazara azad’ e ku tê de biryar û têkiliyên takekesî ji her demê bêhtir bi hesabên aborî ve girêdayî ne.
Avakirina ‘mijareke nû ya jinan
Sêmîn Kazemî li ser derketina holê ya ‘kirdeyeke nû ya jinan’ nîqaş dike û wiha dibêje: “Jinek ku di civakek de dijî her diçe ji hêla mantiqa aborî ve tê birêvebirin lê dîsa jî nikare ji mafên tam û wekhev sûdê bigre. Dibe ku ev jin xwenda û jêhatî be lê dîsa jî di warê ketina bazara kar û bidestxistina serxwebûna aborî de rastî astengiyan tê. Di civakeke ku pere û hêza aborî di jiyanê de roleke diyarker dilîzin, hêvîkirina ku jinek wisa ji derfeteke darayî ya wekî mehrê dev ji kar berde, bi rastiya civakî ya heyî re nelihevhatî ye.”
Sêmîn Kazemî mehrê wekî cureyek ‘sermayeya aborî ya potansiyel’ ji bo jinan dibîne û wiha didomîne: “Sermaye ku di bûyera hilweşîna jiyana hevbeş de dikare bibe yek ji çend çavkaniyên wê yên darayî. Heman ev merc bûne sedem ku mehr, di demên berê de bi gelemperî wek mecbûriyetek sembolîk dihat hesibandin, bibe daxwazek cidî.”
‘Daxwaza mehrê ne berhema jinan e û ne jî karê jinên xwedî niyeta xirab e’
Sêmîn Kazemî destnîşan dike ku daxwaza mehrê ne berhema jinan e, ne jî karê jinên xwedî niyeta xirab in, nebaş û xapînok e û dibêje: “Divê ev diyarde wekî encama têkiliya du rewşan bê dîtin: Ji aliyekî ve, civakek ku tê de mantiqa bazarê û hesabên aborî berbelav in û li aliyê din jî pergalek mêrsalar û dijminê jinan ku jinan ji çavkanî, derfet û mafên wekhev bêpar dihêle heye. Di pergalek wisa de, ji jinan tê xwestin ku guhdar, wefadar, girêdayî û xizmetkarên yên din bin; lêbelê dema ku jinek hewl dide di nava sînorên heyî de ji bo mafê xwe bi destr bixe îradeya xwe bikar bîne û serî li riyeke yasayî bide, bertekek ji saziyên yasayî, dadwerî, yasadanîn û propagandayê derdikeve holê da ku vê îhtimalê sînordar bike.”
Rexneyeke dîrokî ya mehrê
Sêmîn Kazemî her wiha tekez dike ku parastina jinan nayê wateya parastina daîmî ya mehrê. Bi perspektîfeke dîrokî ew mehrê wekî saziyeke girêdayî pergalên civakî yên berê dibîne ku nirxek madî didan jinan û wiha dibêje: “Di vê wateyê de, mehr beşek ji pêvajoya bazirganîkirina jinan û kêmkirina statuya wan bo tiştên bi nirxê madî bûye. Ji ber vê, parêzvanên mafên jinan û jin nikarin parastina mehrê weke çareseriyek ji bo pirsgirêkên jinan daxwaz bikin. Ji ber ku armanca dawî divê ew be ku pergalek çêbibe jin û mêr xwedî mafên wekhev bin. Modernîzekirina pergala hiqûqa malbatê pêwîst e ku tê de peymana zewacê li ser bingeha mafên wekhev bê avakirin û mehr di nav vê pergalê de girîngiya xwe winda bike.”
Rakirina pêkanîna mehrê
Sêmîn Kazemî tevî rexneyên xwe yên dîrokî yên li ser pratîka mehrê, bawer dike ku jiholêrakirina wê bêyî afirandina mekanîzmayên piştgiriyê yên yasayî û aborî yên alternatîf di rewşa heyî de ne maqûl e.
Sêmîn Kazemî bal kişand ser beşdariya kêm a aborî ya jinan, hejmara mezin a jinên bêkar û bê dahata serbixwe û rastiya ku nêzî 25 milyon jinên malê bê dahat in û hişyarî da ku rakirina pergala mehrê dikare gelek jinan bi pirsgirêkên aborî û heta xizaniyê piştî hevberdanê re rû bi rû bihêle.
Sêmîn Kazemî wiha got: “Çareseriyên wek parvekirina milk bi awayekî wekhev û danîna mafên wekhev ji bo jin û mêran di yasaya malbatê de dikarin alternatîfên guncaw ji bo pergala mûçeyê bin, lê pêkanîna van çareseriyan divê hêza jinan a jiyana serbixwe li ber çavan bigire. Rakirina pergala mehrê tenê dikare bibe gavek ber bi wekheviya yasayî ve ger cudakariya aborî û yasayî ya li dijî jinan jî bê rakirin û jin derfetek rastîn ji bo jiyaneke serbixwe dê bi dest bixin.”
Civaknas Sêmîn Kazemî meseleya mehrê ne tenê nîqaşek li ser mîqdara deynê ku mêr divê bidin an mafên darayî yên jinan dibîne, weke beşek ji pirsgirêkek berfirehtir a newekheviyê di nava malbatê de dibîne. Çareseriyek mayînde bêyî çareserkirina di heman demê de mijarên weke serxwebûna aborî ya jinan, mafê hevberdanê, milk, dabeşkirina mal û milkên zewacê û wekheviya yasayî di navbera mêr û jinan de nayê bidestxistin.