Sembola hunera Misrê Fathia Tantawi jiyana xwe ji dest da
Hunermenda Misrî ya weke sembola hunera Misrê tê zanîn Fathia Tantawi ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan – Hunermenda Misrî Fathia Tantawi yek ji aktrîstên herî navdar ên Mesrê ku xebatên huneriyên bihagiran dida ser milê xwe û bi vê yekê bandoreke mezin li ser temaşvanên xwe didadava kir. Di dema kariyera xwe ya hunerî de, nêzî 140 karên dramatîkî pêşkêş kir ku despêkê li ser sehneyan pêşkêşî dikir, dûvre di gelek rêzefilman, şevbihêrk û fîlimên televîzyonê de xebat da meşandin. Di nav karên wê yên televîzyonê de gelek filîmên navdar hene.
Xebata sînemayê ya herî dawî li ber destê wê jî rêzefîlma "Ebû Cebel" bû ku di sala 2019'an de hate pêşandan.