Sefa Tafiş a ji Xezayê: Di şer de bedelên herî giran jin didin
Sefa Tafîş a dema ku 50 kesên li Xezayê ji mala xwe bûne, li mala xwe dihewand û di êrişan de mala wê hat hedefgirtin anî ziman ku di şer de bedelê herî mezin jin didin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza- Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de ku ji 7 meh in berdewam dike, kareseteke mirovî bi xwe re anî û bû sedem ku ji sedî 85 şêniyên Xezayê koçber bibin û binesaziya wê were rûxandin. Bi taybetî jî sektora tenduristiyê gelek zirarê dît û niha bi hezaran birîndar û nexweşên bê derman hene.
Sefa Tafiş a 60 salî ya ji taxa El-Şêx Ridwan koçberî navenda stargehê ya li Bakurê Xezayê bûye dibêje: “Tevî gef û fişara hêzên Îsraîlê ku divê herêma Bakur were valakirin û ber bi başûr ve biçin jî ew bi îsrar li mala xwe bi malbata xwe re mam. Min digot wê şer bi dawî bibe lê bi dawî nebû, rewş her ku çû girantir bû.”
‘Moşekek li mala me ket’
Sefa Tafiş der barê hûrgiliyên hedefgirtina mala wê de got: "Em li salona malê radizan, salona me biçûk bû lê 50 koçber lê diman, me digot ger êrîşeke asîmanî çêbibe dê zirar li salona me neyê lê fikra me ne di cihê xwe de bû, min ji neviya xwe ya biçûk, di şeva 16’ê mijdarê de xwest çirayan vemirîne da em razên. Hê neviya min negihîştibû cem min moşekek li mala me ket û parçeyên bedena neviya min li qorziyên mala min belav bûn. Li malê derdora 50 koçber ji malbata min hebûn, piraniya wan birîndar bûn û heta ji min hat min wan derman dikir, min nikaribû keça xwe derman bikim wê jiyana xwe ji dest da. Li pey xwe 3 zarokên sêwî hiştin, her dema ku ez wan dibînim girîna min tê.”
Sefa Tafiş anî ziman ku di dema pêşkêşkirina alîkariyan ji bo kesên birîndar re ew ji li lingê xwe birîndar bûye û got: “Piştî ku mala min hat bombebarankirin, ez çûm odeya xwe û madê min xeliya, nikaribûm li ser lingên xwe bimînin, cilên li min jî giran bibûn, min got dibe ku av bi ser bedena min de hatibe lê keça min dît ku ez birîndar bûme.”
‘Cihekî ku em biçin tunebû’
Sefa Tafiş ji ber bombebarana Îsraîlê ya berdewam nikaribû berê xwe bide nexweşxane yan jî klînîkeke nêz, ji ber wê neçar ma bi malbata xwe re li mala cîraneke xwe bimîne heta bibe sibeh. Sefa Tafiş got: "Wê şevê xwîna min nesekinî, heta min pemboyeke mezin danî ser birîna xwe ji bo xwîn bisekine. Ji bilî wê tu tu tişt tunebû."
Dema bû sibeh ji bo malbata Sefa Tafiş xwe biparêzin biryar dan berê xwe bidin navendeke stargehê nêzî mala xwe û wisa bifikirîn ku berê xwe bidin Başûr yan jî Bakurê wêranbûyî. Sefa Tafiş li ser wê rojê dibêje: "Lawê min pêşniyar kir ku em berê xwe bidin Başûr lê ez ji riya El-Reşîd ku dijmin dibêje bi ewle ye û sivîlan dixapîne tirsiyam ku malbata xwe ya mayî jî winda bikim. Zêdetirî 5 mehan ez li dibistanên Bakur mam û min her dem ji xwe re digot wê kengî ev kabûs bi dawî bibe? Min xwarina amade dianî mala xwe û alîkariya xizanan dikir. Niha ez ji bo girtina alîkariyan di dorê de disekinim, rewşa ku ez niha tê de me mirov nikare pênase bike.”
Li stargehan têkilî bi koçberan re ne guncaw e
Sefa Tafîş destnîşan kir ku alîkariyên digihîjin wê ji ber siyasetên cudakirin û çewisandinê yên ku tîmên rêveber dikin kêm in û danûstandina wan bi koçberan re li navendên stargehan qet ne guncaw e. Sefa Tafîş anî ziman ku ew her roj serdana mala xwe ya rûxyayî dike û got: "Her cara ez têm serdana mala xwe ya ku min bi ked ava kiribû gelekî xemgîn dibim. Keça min a ku koçber bû li mala min jiyana xwe ji dest da, li ber çavên min e. Tu carî xizmên xwe yên ku mirin ji bîr nakim.” Sefa Tafîş herî dawî bang li civakên navneteweyî kir ku şerê li Xezayê rawestînin û aştî û aramî careke din çêbibe.