Sebahat Tuncel: Hewl didin daxwaza guhertinê asteng bikin
Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel, got ku divê hêzên demokrasiyê biyî ku prîmê bidin polîtîkayên derew ên hikûmetê, daxwaza civakê ya guhertin, azadî, wekhevî, aştî û edaletê pêk bînin."
Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, der barê encamên hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê ji rojnameya Yenî Yaşam re nivîsek nivîsî. Sebahat Tuncel destnîşan kir ku divê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk biyî ku pêvajoya ji nû ve avakirinê bi demê re belav bike bi lez û bez pêk bîne û di pratîkê de nîşan bide.
Nivîsa Sebahat Tuncel wiha ye:
"Me hilbijartineke din li pey xwe hişt. Encamên hilbijartinê di çarçoveyên berfirehî de tên nîqaşkirin. Em di girtîgehê de hem pêvajoya hilbijartinê hem jî wêneya siyasî ya ku di hilbijartinê de derketiye holê û divê di dema pêş de çi bê kirin; em wek tevgera siyasî ya Kurd çawa dikare têkoşîna gelê me ya ji bo wekhevî û azadiyê û têkoşîna azadiya jinê xurt bike çawa nîqaş dikin. Em bawerin ku tevgera siyasî ya Kurd, kedkar û hêzên azadiyê dê di vê pêvajoya nîqaş û ji nû ve avakirinê de hêz derkevin.Lê ger em bifikirin ku hilbijartinên herêmî li pêş me ne, em di wê baweriyê de ne ku divê ev pêvajoya nîqaş û pêkhatinê beriya ku ji demê re belav bibe bi lez û bez bê pêkanîn û di zûtirîn dem de di pratîkê de nîşan bidin.
Daxwazeke xurt a guhertinê derket holê
Encamên hilbijartinê bi zelalî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê ji nîzama serwer a mêr û kapîtalîst, rejîma yek zilamî ya heyî nerehet in û daxwazeke xurt a guhertinê derketiye holê. Nîşan da ku di bingeha AKP’ê de jî daxwaza guhertinê heye. Helbet siyaseta Hevbendiya Gel a dîzaynkirina opozisyonê bi encamdana encamên hilbijartinan ku bi bikaranîna amûrên dijwar ên dewletê û avantajên desthilatdariyê bi dest xistiye, nahêle ku ev rastî were nîqaşkirin. Dijberên pergalê, hêzên demokrasî û azadiyê, biyî ku prîmê bidin siyaseta derew û dezenformasyonê ya hikûmetê pêwîste daxwaza civakê ya guhertin, azadî, wekhevî, aştî û edaletê bidin xuyakirin û bi lez û bez vegerin rojeva rast.
Helbet aliyên siyasî bi berpirsyariya gihandina armancên xwe û negihaştina serkeftinên tê xwestin re rû bi rû ne û rexneyeke tund li raya giştî bidin. Lê dema vê dikin jî divê gel, rêxistina partiyê û xebatkaran bêhêvî nekin, li dijî faşîzm, bertek û êrîşa îradeya xwe ya têkoşînê û îradeya xwe ya berxwedanê nîşan bidin. Ji bo ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî-siyasî neyê nîqaşkirin, rejîma xwe ya yek mêrî sazûman bike û makezagona xwe pêk bîne, desthilatdariya siyasî dixwaze nîqaşan ji rojeva rastî ya Tirkiyeyê dûr bixe û li ser muxalefetê rawestine û muxalefet wek di dema hilbijartinê de dixwaza rojeva xwe binê rewşa hilbigre. Diyar dibe ku muxalef jî vê polîtîkayê kiriye. Muxalefeta ku beriya hilbijartinê ketibû pêşbirka neteweperestiyê, niha di rojeva xwe ya navxweyî de asê maye û destê hikûmetê xurt dike. Divê muxalefet bi taybetî di qada siyaseta demokratîk de bi lez û bez bigihêje guhertin û veguhertina ji wê tê xwestin pêkbîne. Di sedsala 21’emîn de tevgera siyasî ya ku bi feraseta demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê xwe ji nû ve birêxistin dike, dê hem bi ser bikeve hem jî sûdê bide gelan. Pêşbaziya neteweperestiyê ya ku di pêvajoya hilbijartinê de desthilatdarî û mûxalefet ketin nav, ne tenê civak bendbendî kir, di heman demê de bû sedem ku bawerî û nasnameyên cuda jî bêewle bibin. Bi ferzkirina polîtîkayên neteweperest, olî, zayendperest û mîlîtarîst ên li ser civakê, qada demokrasî û azadiyan teng bûye. Eşkere ye ku di dema pêş de jî dê polîtîkayên dijminatî jinan û dijminatiya Kurdan weke polîtîkaya sereke bidomin.
Riya diçe azadiyê ji rêxistinkirina xeta demokrasiya radîkal derbas dibe
Li hemberî van polîtîkayan berxwedaneke çawa bê nîşandan û bersiva kîjan polîtîkayan bê dayîn girîng e. Em wek tevgera siyasî ya Kurd û tevgera jina azad; em bi erka ku em vê pêvajoyê bi awayekî berfireh binirxînin, ji bo ku di xeta berxwedan û azadiyê de aştî û edaletê pêk bînin, di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin bikin û li dijî olî, polîtîkayên neteweperest û zayendperest bi helwesteke xurt nîşan bidin, bi erka rêxsitin kirina xeta xwe ya azadiya jin û demokrasiyê re rû bi rû ne. Li pêşiya me rejîmeke demokratîk nîne; li pêşiya me dîktatoriyeke hilbijartî û rejîma yek mêrî heye. Bi hilbijartinê re hatina wan, wan demokratîk nake. Hitler û Mussolînî bi hilbijartinan desthilatdarî bi dest xistine.
Perspektîfa Neteweya Demokratîk yekane bijartê ye
Wek HDP/Partiya Çepên Kesk, partiya têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê ya li ser xeta demokrasiya radîkal; em dizanin ku riya azadiya Kurd, azadiya jinê, azadiya çîna karker/proleterya û azadiya cewherî bi rêxistinkirina xeta demokrasiya radîkal derbas dibe. HDP/Partiya Çepên Kesk yekane bijardeye ku dê pêşeroja azad a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û Komara Demokratîk bi perspektîfa Neteweya Demokratîk ava bike. Li Tirkiyeyê yekane partiya ku xwedî pêkhateyeke pir nasname û pirçandî ye. Nîqaşa ku HDP’ê nebû Tirkbûn ji aliyê hêzên desthilatdar ve bi zanebûn tê meşandin. Armanca sereke ew e ku HDP’ê ji xeta wê ya pir nasname, pirbawerî û azadiya jinê dûr bixe. “Geşedanên dîrokî nîşanî me da ku demokrasî ne dîktatorî û ne jî dewletek e. Berevajî vê, ew şêweyekî desthilatdariya civakî ye ku hem dijberî an jî alternatîfa dîktatoriyê û hem jî ya dewletê ye.” Tenê yek şewazek demokrasiyê tune. Demokrasiya lîberal, demokrasiya radîkal, demokrasiya bûrjûwazî. Nêzîkatiya çareseriyê ya ji bo pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî ku şeklê demokrasiyê diyar dike hatiye pêşxistin.
‘Em tu carî rêzê nîşanî rejîma dijminahiya jinan û Kurdan dike nadin’
Hemû kes destnîşan dike ku hilbijartin di şert û mercên demokratîk û azad de pêk nehatine. Hikûmetê ne tenê hemû îmkanên dewletê bikar anî, di heman demê de amûrên dijwar ên dewletê jî xist meriyetê, îmkanên muxalefetê yên xebatên hilbijartinê, propaganda û parvekirina sozên hilbijartinê bi raya giştî re ji holê rakir. Ji xeynî yek-du medyaya Tirkiyê ku ew jî bi têra xwe cih ji tevgera siyasî ya Kurd re venekir, hemû çapemenî di destê hikûmetê de ye. Tifaqa Cumhur, ji sindoqê derneket, hat derxistin. Di van şert û mercan de nêzîkatiya 'divê rêz bê girtin' a li encamên sindoqan ne watedar e û rastiyê îfade nake. Ger li Tirkiyeyê rêz ji sindoqan re bihata girtin, dê qeyûm tayînî şaredariyên HDP/DBP'ê nehatiba kirin. Dê Hevserokên HDP'ê, VQA û siyasetmedar, Hevşaredarên Şaredariyan, TJA, nûner/aktîvîstên STK'ê yên nehatiban girtin. Yê ku rêzê li îradeya sindoqên Tirkiyeyê nagire, hikûmet bi xwe ye. Divê kes li bendê nebe ku em rêz bidin rejîma yek zilamî ya paşverû, faşîst, mêtinger, antî-Kurd. Ya ku ji me tê bendawî kirin; Divê li dijî faşîzm û dîktatoriya faşîst têkoşîna demokrasî û azadiyê bilind bike. Divê bi rêxistinkirin û civakîkirina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê, azadî, demokrasî û aştiyê ji gelên xwe re bîne.
Rêvebirên partiyên me bi berfirehî pêvajoya hilbijartinê û tiştên ku piştre qewimîn re mijûl dibin; Sedemên negihiştina armanca ku em dixwazin, pirsgirêkên rêbaza me, sedem û encamên ku nikarin civakê bi têra xwe bi rê ve bibin nîqaş dike û dinirxîne. Helbet bi dersgirtina ji xeletiyên xwe em xwe rexne dayînek xurt a gelên xwe berpirsyariyeke dîrokî ye. Lê em ê vê yekê bi vegera li nirxên xwe yên bingehîn û prensîbên damezrandinê bikin. Hin derdor û hêzên siyasî hewl didin siyaseta me dîzayn bikin, haya me ji vê yekê heye. Lê belê, wek Marcel Proust got, 'Em ne avahiyên ku ji dervê kevir lê werin zêde kirin in; Em wek daranên ku girêka dûyê çiqilên xwe û tebeqeya jor a pelên wan ji welatê xwe ava dikin in.' Di vê pêvajoyê de jî em ê di dema pêş de bi hêza xwe ya ji koka xwe û prensîbên xwe yên jiyan û hebûna xwe hêz bigrin û xwe bi hêz û alavên avakirina Komara Demokratîk bi dest bixin. Em ê xwe ji nû ve ava bikin û bi berfirehî sedemên tiştên ku em dikin û nakin çareser bikin. Divê neyê jibîrkirin ku yên ku xwe naguherînin û venaguherînin û yên ku ruhê demê fam nakin, divê werin derbaskirin.
'Serastkirina demê tê wateya nûkirina cîhanê û em dikarin vê yekê bikin' û em ê bikin. Wekî ku hevalên me gelek caran diyar kirin, em demokrasiyê ji sindoqan kêm nakin. Demokrasî sedema têkoşîna me ye. Em bi demokratîkbûna xwe, bi meşandina demokrasiyê di hemû desteyên partiya xwe de û bi meşandina pêvajoyek demokratîk a ku jin, ciwan û gelan tevlî vê pêvajoyê bike, em dikarin bigihêjin armanca xwe ya avakirina Komara Demokratîk. navendîbûn û burokrasîkirin dê derba herî mezin li demokrasiya me be. Divê em rexneyên navendîbûnê yên di serdema dawî de li ser me hatine pêşxistin, wek hişyariyekê bigirin dest. Di hemû astan de ji navendên partiyan bigire heta rêxistinên parêzgeh, navçeyan û meclîsên taxan pêşxistina rêveberiyeke demokratîk, beşdar û şefaf, dê bi kêrî me û têkoşîna me ya azadî, wekhevî û demokrasiyê were.”