Li Misrê sûcê sineta jinan berdewam dike

Jinên Misrê diyar kirin ku pêkanîna sinetê, ne tenê bedena jinan gefê li jiyana wan jî dixwe. Xwestin ên ku dibin hevkarên vî sûcî cezayên gelek giran bigrin.

ASMA FETHÎ

Qahîre – Li Misrê her sal di 14’ê Hezîranê de di çarçoveya roja ‘têkoşîna navnetewEYî ya li dijî sineta jinan’ de çalakî tên lidarxistin. Jin û civak bi van cure çalakiyan der barê sineta jinan de tên hişmendîkirin.

Li seranserê cîhanê tê texmînkirin ku nêzî 150 milyon jin rastî sinetkirinê hatine. Li gorî daneyên Saziya alîkariya zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF her sal li ser vê hejmarê 3 milyon zêde dibe. Ev tê wateya her roj 8 hezar zarokên keç ên temenê wan di navbera 5-9 salî de, gelek caran ji şert û mercên hîjyenê dûr, bi kêrê an jî ciletê tên sinetkirin. Ji ber sedemên ne tibî sinetkirina jinan her çendî ku li Misrê qedexe ye hê jî pêkanîna wê berdewam dike. 

‘Navê vê zilmê çi bû?

Jinek Misrî ku nexwest nave xwe bêje der barê tiştên ku jiyane de wiha got: “Min êşa wê rojê û tirsa wê tu caran ji bîr nekiriye û bi heman awayî nekaribûm bibim asteng ku keça min jî heman êşê nekişîne. Ew roj gelek baş tê bîra min. Gotin tu mezin bûyî êdî em ê destûr bidin tu biçî rûbarê Nîlê serê xwe bişûy. Ew xwarinên ku ez jê mehrûm mam dan min û piştî sinetê soza ku ez derkevim bikarin bilîzim dan min. Piştî dibistana seretayî ez gelek matmayî mam nêzî 6 keçên ku di heman temenî de li wê derê kom bûbûn. Jina ku sinet dikir, qet guh nedida qîrîna min, girîna dayika min û kêfxweşiya ecêb a bavê min. Çima parçeyek ji bedena min birîn, wan ewqas kêfxweş dikir. Heta vê rojê hê jî min fam nekiriye. Navê vê zilmê çi bû? Li ruxmê êşa ku min kişand, min zaroka xwe jî ji vê rewşê rizgar nekir. Bi berdanê gef li min xwarin lê belê min careke din jî bi ser nexist.”  

‘Sûc berdewam dike’

Parêzer Aya Hamdi der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li Misrê rêjeya pêkanîna wê gelek zêde ye lê belê di di van demên dawî de kêmbûn heye û da zanîn ku armanca wan bi temamî jiholêrakirina sineta jinan e û got: “Berdewamkirina sûcan bi dînî û exlaqî ve girêdayî ye. Biryara sinetê dayik bav û an jî herdu bi hev re didin. Jin û zarokên keç ên ku tên sinetkirin pirsgirêkên psikolojîk dijîn.”

Aya Hamdî bi bîr xist ku bi xwe rastî vê pêkanînê nehatiye lê belê êşa derdorê hîs dike û hinek ji wan bi deman êşên xwe vedişêrin, hinek caran bandora wan a li ser bûyerê înkar dikin lê belê bi demê re vê êşê hîs dikin.  

‘Medya berpirsyariya xwe bi cih nayne’

Berpirsa baroya piştgiriya hiqûq û peyaner a Amna ya li Assiut parêzer û lêkolîner Fatima al-Awamrî amaje bi wê yekê kir ku der barê vî sûcî de xwedî zanayarî ye lê belê hişmendîkirin ji bo guherîna rastiya zarokên keç ku dijîn têrê nakin û medyay jî di avakirina hişmendiyê de kêm dimîne û got: “Der barê sinetkirina zarokên keç de medya hişmediya pêwîst ava nake û sineta jinan bi vê halê xwe di nava civakê de weke normal pêşwazî dike. Pêkanîna sinetê jin dema ku zarok in rastî hatine pirsgirêkên psîkolojîk dide jiyîn û li aliyê din jî bandorek mezin li zewaca wan dike.”

Fatma Al- Awamry da zanîn ku bi jêkirina organê zayendî yê jinan re bador li rêjeya hevberdanê dibe û got: “Mêrên zewicî yên li Misra jorê dibêjin sedemên hevberdanê jin in lê belê şerm dikin sedema wê ya rast bibêjin. Fatima Al-Awamry der barê role komeleya Walîtiya Assiut û peyaner de wiha got: “Divê hişmendiyek di nava jinan de were avakirin, bi taybetî ji bo îxbarkirina pêkanîna sinetê em dixebitin. Erê gelek dem jê re pêwîst e lê belê em difikirin ku çareserî jî mumkun e.”

Fatima Al-Awamry bi bîr xist ku sedema pêkneanîna li dijî sinetê, ew e ku kiryar bi giştî di nava malbatê de ne û herî dawî wiha got: “Der barê bijîjkên ku sinetê dikin de zarokên keç ne xwedî ehliyeta gilîkirinê ne. Bi taybetî ev sûcê ku ji aliyê bijîjkan ve tê kirin ne tenê bedena jinan sûcên ku gefê li jiyana wan dixwin divê cezayên giran werin dayîn. Li kêleka cezayên giran, gilîkirina sûc jî girîng e.”