Sebahat Tuncel: 14’ê Gulanê ne dawî ye destpêkek e

Siyasetmedar Sebahat Tuncel ji girtîgehê der barê hilbijartina serokomariyê de peyam şand û wiha got: “Me gotibû 14’ê Gulanê ne dawiyek e, destpêkek e. Me ji faşîzmê re got 'raweste'. Niha jî dem dema paşvexistina faşîzmê ye.”

Enqere- Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, der barê hilbijartina serokomariyê ya ku di 14'ê Gulanê de pêk hat û ya serokomariyê di tûra duyemîn de di 28'ê Gulanê de pêk were de peyamek şand.

'Silav ji berxwedan û têkoşînê re'

Sebahat Tuncel di peyama xwe de wiha got: “Bi berxwedan û têkoşînê re silav; “Me gotibû 14’ê Gulanê ne dawiyek e, destpêkek e. Ez di wê baweriyê de me ku tevî kêmasiyan jî dîsa me ev destpêk xurt kir. Me ji faşîzmê re got 'raweste.' Niha jî dem dema paşvexistina faşîzmê ye.” Sebahat Tuncel destnîşan kir ku hê tiştek bi dawî nebûye, di berdewamiya peyamê de wiha got:

“Têkoşîna me berdewam dike. Em ji bîr nekin ku qebûlkirina rewşa heyî û vekişandin li hemberî gelên me û jinan xiyanet e. Helwestek pasîf jî teslîmbûna ji faşîzmê re ye. Berxwedan û têkoşîn me ber bi serkeftinê ve diçe. Werin em, ji bo bi Çepên Kesk 'Dîsa em', ji nû ve avakirina jiyanê û hêviya gelên xwe pêk bînin, di 28'ê Gulanê de faşîzmê di sindoqan de têk bibin.”