Sê zarokên keç ên li Mexribê windabûyî hatin dîtin
3 zarokên keç ên roja 16’ê Nîsanê li Mexribê hatibûn revandin ji aliyê Endamên Teşkîlata Polîsên Dadwerî ya dewletê ve hatin dîtin.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Tenca yê Bakurê Mexribê roja 16’ê Nîsanê sê zarokên keç ên temenê wan di navbera 16 û 17 saliyê de hatibûn revandin. Xebatkarên Ewlehiya Endamên Dadwerî yên dewletê ew zarok beriya ku rastî êrîşan werin dîtin.
Piştî qedandina tedbîrên tîma bûyeran, wê her 3 zarok radestî malbatên wan werin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku tu nîqaş der barê sedem û kesên ku zarok revandibûn de nehatiye kirin.