Saziya Aoun li Qahireyê ji bo penaberên jin dixebite
Damezrênera Înîsiyatîfa Aoun a ji bo Piştgiriya Hiqûqî ya Jinan û parêzer Deliya Seyîd got ku "Ji bo piştevaniyên jinên penaber û bihêzkirina wan a di warê hiqûqî û yasayî de, hewcedarî bi Aoun hebû."

ESMAA FETHÎ
Qahîre – Jin gelek caran barê giran ên krîzê ku welatê lê dijîn hildigrin. Bi taybetî di nava şer, karesatên xwezayî û felaketên wek epîdemî, nexweşî û lehî de. Ev yek wan di rewşek dijwar de dihêle û gelek ji wan terka welatê xwe didin û koç dikin. Bi armanca ku jiyanek ewletir ji malbatên xwe re mîsoger bikin û pêdiviyên zarokên xwe pêk bînin, koç dikin.
Di vê rewşê de, ajansa me bi parêzer û çalakvana jin û damezrînera Înîsiyatîfa Aoun a ji bo Piştgiriya Hiqûqî ya Jinan Daliya Seyîd re axivî. Rola Daliya di piştgiriya jinên penaber û dabînkirina garantiyên parastinê de heye. Ev însiyatîf di heman demê de rewşa jinên normal jî digre dest û destek dide wan.
*We di mijara penaberan de gelek hewl daye. Hûn dikarin ji me re behsa çalakiyên xwe yên herî girîng ên ji bo wan bikin?
Em komeke parêzerên jin in ku biryar dan hêzên xwe bikin yek da ku piştevaniya yasayî ya pêwîst bidin jinan. Ev yek bi jinên penaber ve sînordar namîne û dikeve xizmeta herî kêm kesekî. Lê ji ber şer û pevçûnên ku li gelek welatan di nav de Filistîn, Sûdan, Sûriye, Lubnan, Lîbya û yên din rû dane, me karê xwe bêtir da jinên ku ji van welatan koçber dibin û berê xwe didin Misrê. Bi riya agahdarkirina wan a li ser prosedur û şertên qeydkirinê li UNHCR, bi rêya lidarxistina kampanyayên hişyariyê yên li ser krîzên cûrbicûr ên ku pê re rûbirû dimînin û agahdarkirina wan a li ser saziyên ku ew dikarin serî lê bidin, piştevaniya wan tê kirin.
Em di mijarên rewşa kesane de jî piştgiriya yasayî ji bo jinên penaber peyda dikin. Her wiha rêze bernameyên perwerdehiyê peyda dikin da ku wan ji hêla aborî ve bi fêrkirina hunerên wek dirûn, çîkolata û yên din hêzdar bikin. Di heman demê de alîkariya wan dikin ku bi hevkariya komele û saziyên din pêşangeh û bazaran organîze bikin. Di warê piştgiriya psîkolojîk de jî em destek didin. Bi rêya atolyeyên hişyarkirinê, dema ku pêwîst be şandina wan a ji bo klînîk û psîkiyatrîstan û şopandina heta ku ew diyar bikin ku wan krîzên ku dikşînin derbas kirine.
*Ezmûna kesayetî di hilbijartina xebata dilxwazî de rolek dilîze, bi taybetî dema ku dor tê ser piştgiriya jinan. Hûn dikarin ji me re bêtir behsa rêwîtiya xwe ya şexsî bikin?
Ji dema ku min dest bi xwendina fakulteya hiqûqê kiriye, ez li ber çavên xwe dibînim ku cudakarî çawa derdikeve holê. Her kes ji min re dibêje ku pîşe "ji bo mêran" e. Min gelek hevok mîna "Tu dê nikaribî bi qereqol û dozgeriyan re mijûl bî. Cihê jinan di vî karî de tune ye" bihîstin. Bi salan bi kêşeyên civakî re rûbirû mam. Ji ber vê min biryar da ku li ser vê înîsiyatîfê bixebitim da ku ez bikaribim ji bo xwe û jinên li dora xwe cîhek bi ewle biafirînim, bê cudakarî û tundî be. Ev jî hêşt gelek kes hest û krîzên xwe bi me re parve bikin û me piştevaniya wan kiriye.
*Jin herî zêde ji bo alîkariya we di kîjan krîzên hevpar de alîkarîyê dixwazin?
Krîza herî gelemperî ya ku em pê re rûbirû dimînin, jinên ku piştgiriya psîkolojîk dixwazin e. Ji ber lêçûnên wê yên bijîşkî yên bilind û rastiya ku gelek kes nikarin bidin. Me hewl da ku vê pirsgirêkê bi riya pergalên cûrbecûr ên şandinê çareser bikin. Her wiha ji ber zehmetiyên aborî yên ku jin pê re rûbirû dimînin, piştgiriya darayî dixwazin, ku nahêle ew jiyanek bi rûmet bijîn.
Pêdiviyên wan ên yasayî jî nayên paşguhkirin, ji ber ku gelek ji wan dibin mexdûrên destdirêjî û zorê. Hejmareke mezin ji koçberên jin xwe xerîb hîs dikin û hewceyê piştgirî, entegrasyon û derfetan in, ji ber ku gelek ji wan di bazara kar de bi cudakariyê re rûbirû dimînin ku ev yek ji wan pirsgirêkên ku ew pê re rûbirû dimînin e û ji bo wê alîkariyê digerin.
Gelek jin, bi taybet penaberên Sûdanî, ji ber ku stereotîp li ser wan tên danîn û di pîşeyên ku di bazara kar de wek yên herî nizm têne hesibandin de asê mane, wek karkerên malê û karên din ên bi wan ve girêdayî, zehmetiyan dikşînin. Gelek ji wan bi destdirêjiya cinsî, çewisandin û tacîzê re dimînin ku ji hêla psîkolojîk ve barê wan dikişîne û yek ji hewcedariyên wan ên herî mezin xwestina piştgiriyê ye.
*Ji bo baştirkirina rewşa jinan, girîngtirîn pirsgirêkên ku divê çareser bibin çi ne?
Pêwîst e ku lênêrîna wan were kirin û pirsgirêkên wan werin çareserkirin. Ji ber ku ew hest dikin ku paşguhkirî ne. Ev însiyatîf ji hêla jinên ku ji civakê dûr in ve û hewceyê piştevaniyê ne, tê hilbijartin. Ev jî hewceyê çalaktirkirina rola encumen û saziyên pispor ên ku dikarin bighîjin hemû deverên Misrê dike, ji ber ku hewcedarî bûye lezgîn. Em xemgîn in ku em derî li pêşiya jinên ku hewceyê piştgirî û alîkariyê ne lê nikarin bikin, digirin.