Saz Babanî bi wêneyên li kolana kişandiye çîrokan zîndî dike

Jina ciwan Saz Babanî di 13 salî de bû xwedî kameraya xwe û niha li kolanan bi kameraya xwe wêneyan dikşîne û wan kêliyên ku kişandiye çîrokaê zindî dike.

BANE ROZ

Silêmanî- Wênekêşan şêwazek yê hunerê ye. Bi taybet wênekêşa li kolanan zindî hêlana jiyanê ye, derxistina rastiya jiyanê ye. Li herêma federe a Kurdistanê gelek ciwan berê xwe didin hunera wênekêşiya li kolanan. Yek ji van ciwanan jî Saz Babanî ye, di temenê xwe yê 13 salî de dibe xwedî kamêreya xwe û li kolanan wêne dikşîne û wan kêliyan zindî dike. 

Wênekêşa kolanan Saz Babanî di heman demê de xwendevana Koleja Zanist ya Çandiniyê, beşa Zanista ajalan e û ciwanek xelkê bajarê Silêmanî ye. Ji zaroktiya xwe ve gelek ji kamere û wênekêşanê hez dike û dema ku bavê wê jê re kamêreyek dike diyarî , di nava kolanên kevin yê bajarê Silêmanî digere û her cihek ku bala wê dikşîne dike wêne û zindî dike. Saz Babanî di wêneyên kişandî  de dîrokê diafirîne û demboriyê zindî dike. Saz Babanî wiha behsa karê wênekêşana li kolanan û ezmûna xwe ya bi kamêrayê re kir û got:

“Li gora min wênekêşana ji derve şêwazî herî zindî yê wênekêşanê ye. Ew kêliya ku tê kişandin zindî dimîne. Mirov jiyanê di wêne de nas dike û divê jiyan jî pêre biafire, hemû rewş û kêliyên ku li ber çavê wênekêş dikeve, tomar bikin û arşîv bikim.”

‘Di wêne de divê çîrok zindî be’

Saz Babanî di temenê 13 salî de cara yekem bû xwedî kameraya xwe û wêneyê xwe yê yekem di temenek biçûk de tomar kir û wiha got: “Cara yekem bi riya bavê xwe min kamera dît wê demê ez zarok bûm dû kamerayên bavê min hebû. Kamerayek bi kaset kar dikir û yek jî bi film bû ji bo wênekêşanê dihat bikaranîn. Her dema geşt û kombûnek hebû, bavê min herdû kamêra li gel xwe dianî  û hewl dida wan kêliyan zindî bike û ev yek jî îlham dida min. Beriya 6 salan ez bûm xwedî kameraya xwe û niha jî wê bikartînim. Ev kamêra ji bo min gelek giringe, ji ber diyariya bavê mine. Destpêkê min ji kamera nedizanî, di dema diçûm geştê min kamera li gel xwe dibir û min wêne dikşand. Beriya  4 salan  min hevalek naskir ku heman kamera hebû, wêneyên li kolanan dikşîne, ew jî îlham da min ku biryar bidin wêneyên li kolanan bikşînim. Di wênekêşana li kolanan de gelek giringe wênekêş çarçoveyekê diyar bike û çîroka wê têde diyar be. Li gor min erkê wênekêş ji hewla kişandinê zêdetir çîroka di nava wêne de zindî bike.”

‘Wêneyên min xwezayî ne’

Saz Babanî da zanîn ku zêde destkarî kirina wêne kuştina kêliyê ye û got: “Ez kêmtir destkarî li wêneyan dikim, li gor min wêne û çarçove çawa be divê wisan be. Wêneyên min zêdetir xwezayî ne. Kêm wêneyên min hene jê re plan hatibe danîn, wêneyên min yên xwezayî yên xweş û nexweş hene. Xweşiya wan ewe ku di heman kêliyê de min wêne tomar kiriye û dûbarebûn nîne. Nexweşiyê wan jî ger di wê demê de kameraya min ne amade be ew kêlî ji destê min derdikeve.”

‘Wêneyên reş û spî xweşiktiyek wan a cûda heye’

Saz Babanî der barê wêneyê reş û spî de wiha got: “Gelek rexne ji bo wêneyên ku min kişandiye hatine, dibêjin hê di demê kevin de maye û wêneyên wê reş û spî ne. Wêneyên reş û spî zehmettir e divê demek dirêjtir li ser kêşana wêne kar bikî, hemû hurguliyên wêne beriya kişandinê çêbikî û ew wêne çîrok û zindîbûna xwe winda neke û her wiha nostaljiyek xweşiktir hebe. Jinên wênekêş hê nikarin di wênekêşa li kolanan de bi aram bi xebitin û rastî cihêkariyê tên. Jin di karên ku din de gelek caran rastî astengiyan tên. Divê jin karê ku jê hez dikin bikin û dest ji kêrhatiyên xwe bernedin.”