Sara Xelîl: Dewleta Tirk hewl dide pêvajoya guhertina demografiyê bidomîne

Endama Ofîsa Jinê ya PYD’ê ya Herêma Firatê Sara Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk penaberên Sûriyeyê ji xwe re bi kar tîne û ji bo demografiya herêmên di bin dagirkeriya xwe de biguherîne, wan dişîne herêmên dagirkirî.

NORŞAN ABDÎ

Kobanê – Ji destpêka qeyrana Sûriyeyê ve di 15’ê Adara 2011’an vir ve dewleta Tirk li Sûriyeyê destwerdana siyasî û leşkerî dike û di çend salan de gelek herêmên Sûriye û Başûrî û Rojhilatê Sûriyeyê yên weke Carablûs, Idlib, Bab, Azaz, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir, penaberên Sûriyeyê di welatên wan de pêşwazî kir.

Piştî hilbijartinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ya destpêka Tîrmeha borî bi dawî bûn, dewleta Tirk rojane penaberên Sûriyeyê bi riya dergehên Bab Hawa re li gundewarên Idlibê û dergehê Girê Spî li gundewarê Reqayê û Bab Salame li Azazê vedigerîne. Ji vê demê heta niha hezar û 500 kes vegerandine herêmên ku ji aliyê çeteyên girêdayî wî ve hatine dagirkirin.

Endama Ofîsa Jinê ya Partiya PYD’ê ya Herêma Firatê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Sara Xelîl, der barê siyaseta dewleta Tirk a dagirker a li herêmên Sûriyeyê de wiha got: “Qeyrana li Sûriyeyê tiliya Tirkiyeyê jî di nav de heye. Dewletên hegemon hewl didin destwerdana axa Sûriyeyê bikin lewre di destpêka qeyranê de dewleta Tirk bi armanca ku rewşa Sûriyeyê xirab bike û qeyranan li herêmê zêde bike di Sûriyeyê de destwerdana siyasî û leşkerî kir “

‘Ji bo ku gelên Sûriyeyê di bin kontrol û siyaseta wan de bin riya Tirkiyeyê vekirin’

Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk ji bo rê li dagirkeriya herêmên Sûriyeyê veke, bi riya penaberiyê pêşiya gelê Sûriyeyê vekir ku biçin Tirkiyeyê û wiha got: “Piştî destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê, rê ji bo gelê Sûriyeyê ku di bin kontrola û siyaseta wan de ye, li pêşiya Sûriyeyan vekirin ku biçin li Tirkiyeyê bimînin. Dagirkeriya Tirk riya penaberiyê ne ji bo çareseriya trajedî û êşa gelê Sûriyeyê vekir, ji bo mijara penaberiyê di destên xwe de bike kaxezek û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne, vekir.”

‘Gelên heremê li ber çavên hemû cîhanê trajadiyek mezin dijîn’

Sara Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi hinceta dîtina çareyek ji qeyrana Sûriye, Tirkiyeyê re, herêmên Rojava yên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî û dagir kirin. Gelên heremê li ber çavên hemû cîhanê li wan deran trajadiyek mezin dijîn . Bi taybetî jî jin rastî destdirêjî, kuştin, revandin û binçavkirinê tên. Bi vî awayî Tirkiye dixwaze gelê herêmê yê resen koçber bibe û niştecihên din bîne li malên wan bi cih bike. Tirkiye bi vî yekê dixwaze awayî demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.”

‘Armanca wan bi pêkanîna planan tunekirina mafê gelê Kurd û gelên heremê ye’

Sara Xelîl, da zanîn ku piştî serokomarê Tirkiyeyê di hilbijartinan de bi ser ket, Tirkiye êdî bi zorê penaberên Sûriyeyê vedigerîne herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya xwe de û ji bo armancên xwe di herêmên dagirkeriyê de pêk bîne, penaberan li herêmên cuda yên şêniyên wan resen bi cih bike. Sara Xelîl wiha axivî: “Tiştê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî diqewimin, ji guhertina demografiya herêmên Kurd û koçberkirina xelkê wan ji mal û xaka wan ne cara yekem e. Ev planên ji salên ku Hafiz Al-Ased bû serokê Sûriyeyê û di sala 1966’an de plana projeyê bi vî awayî hatin danîn. Ji bo demografiya herêmên Hesekê heta Reqayê biguhîrînin û Bendava Firatê biguherînin, di sala 1973’an de bi riya projeya Hîzama Erebî dest pê kirin. Her tem hewl dan bi komplo û rêbazên desthilatdar, xaka Kurdan kontrol bikin. Armanca wan dewletan bi pêkanîna planan ew bû ku mafên gelê Kurd û gelên heremê tune bikin.”

‘Gelê Mexmûrê ku li bakurê Kurdistanê bû gundên wan hatin şewitandin û hatin penaberkirin’

Sara Xelîl diyar dike ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên Kurdan bi projeya hîzama Erebî guhertinek demografîk pêk anîne û li Tirkiyeyê jî gundên Kurdan hatin şewitandin û wiha axivî: “Mînaka vê yekê jî tiştên gelê Mexmûrê yên îro dijîn e. Gelê Mexmûrê ku berê li bakûrê Kurdistanê li ser axa xwe û di nava malên xwe de bû, dewleta Tirk gundên wan şewitandin û ji bo li çolan û kampên herêma Kurdistanê bijîn bi zorê penaber kirin. Dagirkeriya Tirk hemû zagonên navdewletî binpê dike. Dewleta Tirk bi pêvajoya guhertina demografîk ku li herêmên dagirkirî pêk tîne û penaberên Sûriyeyê li wan herêman bi cih dike.”

‘Berxwedan û têkoşîna me ji bo rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî didome’

Endama Ofîsa Jinê ya Partiya PYD’ê ya Herêma Firatê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Sara Xelîl, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye jî di nav de hemû dewletên kapîtalîst û desthilatdar hewl didin siyaseta çewisandinê, koçberiyê û xapandinê bi darê zorê pêk bînin. Di komployên xwe yên li dijî gelê Kurd de bi ser nakevin û nikarin vîna gel bişkînin. Divê Tirkiye baş bizanibe îro dikare bi polîtîkayên xwe demografiya herêmên dagirkirî biguherîne lê roj dê gelên ku mafên wan hatine desteserkirin dê mafên xwe ji wan bigrin. Ji ber ku em xwediyên vê xakê ne û em ê rojek welatê xwe ji wan paqij bikin. Berxwedan û têkoşîna me ji bo rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî didome.”