Li Suweydayê 4 jê jin cenazeyê 20 kesan hat dîtin

Cenazeyên 20 kesan li gundewarên bakur û rojavayê bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê hatin dîtin. Hat ragihandin ku li ser cenazeyan şopên îşkenceyê hene û hin cenaze perçe perçe bûne.

Navenda Nûçeyan – Heyva Sor a Sûriyê ragihand ku wan li gundewarên bakur û rojavayê Suweydayê cenazeyê 20 kesan dîtine. Li gorî agahiyan, çar ji terman jin bûn.

Cenaze hatin îşkencekirin

Tîmên Heyva Sor a Sûriyeyê cenaze li gundên Lahis, Almatuna û Volga dîtin. Çavkaniyan ragihandin ku cenaze perçe perçe bûne û hin ji wan hatine şewitandin. Her wiha hat ragihandin ku hin niştecihan xizmên xwe bi cilên wan nas kirine.