Sara Reza: Emê li gel jinên welatên cûda yekitiya xwe ava bikin

Ji beşdarên konferansê Rêvebra Jinên Tevgera Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê Sara Reza got: “Li her welatê ku dîktator û aqlê mêrsalarî lê hebe êşa jinan û ezmûna wan nêzî hevîn. Ji ber wê em dikarin di vê konfaransê de sud ji ezmûnên hevdu bigrin. Em weke jinên Tevgera Azadî di vê konfaransê de ezmûna ku me girtî, lê Başûrê Kurdistanê emê bixin meryetê û emê hewla pêşxistina xebatên jinan bidin.”

    

TEWAR PÊNCEWÎNÎ
Beyrud– Ji gelek rêxistin û tevgerên jinan beşdarbûn ji bo 2’emîn konfaransa Jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa çêbûye û li ser pirsgirêkên civakiyên herî zêde jin pêre ru bi ru dibin nirxandinên bi nirx tên kirin. Ji beşdarên konferansê Rêvebra Jinên Tevgera Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê Sara Reza di derbarê bejdariya konfaransê de ji ajansa me re axivî. Sara da diyarkirin nêzî 100 jinan ji 16 welatên cûda bejdarî konfaransê bûne û her jinek behsa êş û li hemberî wê têkoşîn û tecrubeyên jinan ên welatê xwe kir û pirsgirêkên jinan yên di welatê xwe de radixin ber çavan.
“Ev xebat hemû ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinane”
Sara Reza bi bîr xîst ku jin dikarin bi rêya lidarxistinên konfaransê wiha rêyên çareseriyê ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa bibînin û wiha got: “Rewşa jinên Rojhilata Navîn ne başe û hertim bi pirsgirêkan re ru bi rû dimînin. Taybet êrîşên dagirkeriyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bandorê li hemû qismê civakê dike û ji vê yekê ya herî zêde zerarê bibînin jinin. Ev cara dûyeme ev konfaras bi awayek serkeftî tê li darxistin, ji ber baweriya jinê bi yekitiyê guherîna hêzê li gel hev heye, ji bo wê jî ev pêdiviyek serekeye ji bo têkoşîna jinan gihandina hev. Heta nîha jî jin hewil didin li dijî vê aqlê mêrsalarî ku civakê bi rêve dibe û tundîtujiyê li beramberî jinan bi kar tîne têkoşînê dike. Em daxwaz dikin ku jinên welatên cûda ji bo bidestxistina azadiya xwe yekitiya xwe çêkin. Ji ber jinek li kudera cîhanê be êşa wan hemane. Pêwîste jin xwe ji sîstema sermayedar û bi rêvebirina aqlê mêrsalarî dûr bixe. Li her welatê ku dîktator û aqlê mêrsalarî lê hebe êşa jinan û ezmûna wan nêzî hevîn. Ji ber wê em dikarin di vê konfaransê de sud ji ezmûnên hevdu bigrin. Em weke jinên Tevgera Azadî di vê konfaransê de ezmûna ku me girtî, lê Başûrê Kurdistanê emê bixin meryetê û emê hewla pêşxistina xebatên jinan bidin.”