Sally Azar ya Filistînî bû papaza yekem ya jin a Qudisê

Sally Azar ya Filistînî ku li Qudisê jiyan dike, duh bi merasîmekê li Dêra Lutheran pêwîra di axa pîroz de jina yekem ya Papaz girt.

Navenda Nûçeyan – Di cîhana Xiristiyaniyê de li kiliseyan hebûna serokên jin ne rewşek ecêb e, lê belê heta niha di axa pîroz de di nava Yahudî, Xiristiyanî û Islamyetê de tu jîn nebûne papaz. Dûh Sally Azar ya Filistînî ku li Qudisê jiyan dike, bi merasîmekê li Kilîseya Lutheran di axa pîroz de bû jina yekem ya Papaz.

‘Kelecanê dide’

Sally Azar, derbarê pêwira xwe de hestên xwe wiha anî ziman: “Ez di wê baweriyê deme gelek jin û jinên ciwan bizanin ku ev mumkune û li kilîseyên din jî jin bejdarî me bibin. Ez dizanim demek zêde dixwaze, lê ger di Filistînê de ev were guherîn ez difikirim ku wê bi kelecan be.”

‘Gavek mezin e’

Xiristiyan li xaka Filistîn, Israil û Urdun kêmenetew ava dikin. Xirîstiyaniyê li vê derê piranî yên ku rê nadin jinên rahîb, endamên kilîseyên Yunan Ortodoks û Latin Katolikin. Di van salên dawî de gelek jin li kilîseya Protestan bûn rahîb. Der barê mijarê de meqamê Sermetran yê kiliseya Îsveçê Antje Jackelen wiha got: “Li cihê ku civakek mêrsalarî û çanda wê lê heyî ev gavek mezin e.”

Piştevanên Sally Azar diyar dikin ku ew ji bo meydan xwendina zayendperstiyê û şikandina qaliban jina herî rast e.