Ji ber sûcê êrîşa zayendî ya li dijî zarokan 22 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de der barê 22 kesên ku bi rêya medyaya dijîtal dîmenên êrîşa zayendî li dijî zarokan parve kiribûn de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Di encama lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve ji ber sûcê "birina welêt, dubarekirin, firotin, depokirin, xwedîkirin û bikaranîna berhemên nebaş ên ku ji aliyê zarokan ve tên bikaranîn" de li 6 bajaran 22 kes hatin binçavkirin. Li ser komputera laptop H.Ç. yê ku berê ji ber heman sûcî hatibû girtin, Midûriyeta Têkoşîna Li Dijî Sûcên Sîber a Şaxa Stenbolê di navbera 29’ê Çileya 2017 û 18’ê Çileyê 2019 de 22 hesabên cuda yên profîlên êrîşa zayendî ya li dijî zarokan hatin dîtin. li ser mesaj û sohbeta vîdyoyê ya bi navê "Skype" hat tesbîtkirin ku di der bare zarokan de vîdeoyên zayendî parvekiriye.
22 kes hat tespîtkirin
Ji bo tespîtkirina bikarhênerên rastîn ên 22 hesabên profîlan, bi daxwazên agahdarî yên ji Reveberiya Têkoşîna li dijî Sûcên Sîber, Rêveberiya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê û saziyên têkildar, lêkolînek hate kirin. Di encama lêkolînê de 22 kesên ku di nav wan de 1 bikarhênerê IP'yê jî heye hatin tespîtkirin. Dema ku hat tespîtkirin bikarhêner IP'yê li Enqereyê dijî û ji bo hemû kiryaran biryara binçavkirinê hat dayîn.
Operasyona hemwext hat kirin
Di encama operasyona hemwext ên ji bo girtina kiryaran de 5 jê li Stenbolê, 5 li Enqereyê, 5 li Îzmîrê, 4 li Samsûnê, 1li Amedê û 1 jî li Rihayê hatin binçavkirin, bi giştî 22 kes hatin binçavkirin.