‘Sala 2022’an saleke bi krîza aborî û bi mirinê derbas bû’
Jinên Amadî yên ku daxwaz û nêrînên wan yek bû, derbarê bûyerên sala 2022’an hate jiyîn nirxandin kirin. Jinan gotin ku sala 2022’an bi qetlîama jinan û krîza aborî derbas bû û ji bo 2023’an heviya aşîtî û aramiyê kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ev 11 mehê derbasbûyî li Tirkiyê 330 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Pişti betalkirina hevpeymana Stenbolê kiryarên ku li ser jin hatin meşandin zêde bû. Me ji jinan pirsî bê ka bûyerên ku di nav sala 2022’an de hate jiyîn çi bûn û ev sal ji bo wan çawa derbas bû. Mîkrofana ku me dirêjî kolanan kir rojeva sereke ya tevahiya salê ji bo jinan krîza aborî û qetilkirina jinan bû. Jinên ku ji ber nikarin debara xwe bikin gazincên xwe kirin, her wiha nerazîbûnên xwe li hemberî pergala ku tê meşandin û bêdengiya heyî, anîn ser ziman.
‘Ji bo jinan tiştek nehat guhertin’
Ozgul Yuce: “Li Tirkiyê jinbûn pir zehmet e. Îsal jî tiştek ji bo jinan nehat guhertin. Ez tiştekî nabînim. Derbarê qetliam, binpêkirina mafê jinan û zordestî her tişt hate jiyankirin, lê bele tiştek nehat guhertin. Tu qanun derneket ji bo mafê jinan, hîna jî gîrîngiya pêwîst nadin mafê jinê. Pêşerojê wê çi bibe em ê bibînin. Destdirêjiya li ser zarokeke 6 salî sosretek e. Bêdengbûna hikumet û mirovan tiştekî pir şaş e. Ger li Ewropayê ew tişt bihata jiyankirin wê herkes rabûba ser piyan, lê yê ku li vir vê buyerê protesto kirin çend alî bû. Tu heviyê min ji 2023 nîne, bi taybet jî ger tu jinek bî û hatibî tepisandin qet hevî nîne. Jina ku azadiya wê ya aborî tine be pir zehmetiyan dikşîne.”
‘Sala 2022’an ji bo jinan xirab derbas bû’
Nuran Aslan: “Sala 2022’an ji bo me jinan pir xirab derbas bû. Ne ji aliyê aborî û ne jî ji aliyê çandî ve mirov nikare hevsengiya tiştekî bike. Her tişt dizivire û tê herî dawî bi aborî ve tê girê dan. Em daxwazên zarokên xwe nikarin bi cîh bînin. Bi hatina mûçeya kêmtirîn, bihabûn jî li pêy vê hat, mirov nakare tiştekî jî bike. Zor û zehmetiya wê jî herî zêde jin dikşîne. Dema ku jin li malê nikare sifreyek jî amade bike û ger ku li hemberî wê kesên ku rewşê fam nake hebe jin rastî tundiyê tê. Jin li her derê zor û zehmetiyan dikşine. Ji ber ku civaka me rolek daye jinê. Ji bo çarenûsa jin hevgirtin pêwîst dike. Ger jin werin cem hevdû û hilberîn bikin wê piştgirî mezin bibe.”
‘Her kes sê meymûnan dilîze’
Dîlek Temîrcan: “Sala 2022’an li gor salên berê pir xirab derbas bû. Dahatê malê pir zêde bûye. Ji ber bihabûnê, berhem jî biha dibin. Taybet li ser jinan pêşbiryarên pir zêde hene. Jin mîna koleyên mêr tên dîtin, lê qet ne wiha ye, wê tu car jî wiha nebe. Dema em koletiyê qebul nakin yan tên kuştin yan jî bi bêbexti yê re rû bi rû dimînin. Di milê aborî de pêşiya jinan tê girtin, wê sala 2023’an jî pir xirab derbas bibe em vê tiştê dibînin. Mûçeya kêmtirîn zêde bû, lê heta ku em rûyê pere dibînin bihayê kelûpelan zêde dibe. Her kes vê tiştê dibîne lê ji ber ku ditirsin nikarin dengê xwe bikin, her kes xwe lal kiriye sê meymûnan dilîze. Ger adalet hebûna qetliama jinan pêk nedihat. Ez dibêjim li hemberî tundiya jinê re na, ez naxwazim tu jin rastî tundiyê bê. Mêrê ku jinek qetil dike, yek du sal di girtîgehê de dimine piştre tê berdan. Pêwîst e ev bi vê awahî nedome, pêwîst e qetliama jinan were rawestin û zarok bê dayîk nemînin.”
‘Pêwîst e jin zilma ku dibîne bîne ser ziman’
Layike Pamuk: “Ez dikarim ji bo 2022’an van tişta bibêjim; eynî mîna salên berê ye. Îsal dîsa bi zehmetiyên aborî, şert û mercên jiyanî, bi qetlîam û şer derbas bû. Ez hevî dikim ku sala 2023 bi aşîtî derbas bibe û bibe salek ku jin neyên qetilkirin û hejmara jinan hîn zêdetir bibe. Min berê sê sal çi mûçeya kêmtirîn girtibe hîn jî eynî tiştê digrim. Di roja me ya îro de tu kes bi mûçeya kêmtirîn kar nake. Mûçeyan kêmtirîn zêde bû lê tu wateya wê jî nîne. Li welatê me zilm û destdirêjiya ku jin dibîne li holê ye, hinek jê li ser çapemeniyê xuya dike, lê milê ku nayê xuyakirin jî heye. Bi zordestiya civakê, malbatê û bi tirsê re ev bûyerên li ser jinê tên weşartin. Ez ne ji aliyê weşartinê me, ger jinek bi zordarî û neheqiyê re rû bû rû tê pêwîst e li her deverê bîne ser ziman. Encax bi vê awayê em dikarin dawî li vê rewşê bînin.”
‘Heya ku ev dîktator hebe zehmet e’
Perşîn Leyla Uçenak: “Salek pir xirab bû, tu kes nikaribû debara xwe bike. Aborî qet ne baş e, tu heviya min ji 2023’an nîne tenê ez dixwazim aşitî çêbibe. Ez dixwazim azadiya jinan pêk were û qetlîama jinan şermazar dikim. Ez ji bo mêran tiştek nabêjim, wekî civak em ber bi tunebûnê ne. Mafê jinan nîne, dev ji ya jinê berde tu mafê me yê ditir jî nîne, nemaye. Li welat tiştek ku hejayî tê de jiyan bikî nemaye. Edalet qet nîn e, ji xwe ji bo jinê qet nîn e. Xwedê alîkariya me hemûyan bike lê heya ku li ser serê me ev dîktator hebe zehmet e.”
‘Ji bo qetlîama jinan em bêjin ‘rawest e’’
Fidan Pamuk: “Îsal min ne ji bo malbata xwe ne jî ji bo xwe karibû tiştekî bikire. Ez dixebitim û li malbata xwe meyze dikim. Şert û mercên heyî pir zehmet e, di nav malbatekê de çend kes bi xebite jî mirov nikarî debara xwe bike. Li malê û li her derê barê herî giran li ser pişta jinê ye. Îsal min kîjan qenalê televîzyonê meyze kiriye qetliama jinan hebû, wê heya kengê ew rewş wisa bidome? Edî bes e, heya kengê, heya ku derê, em edî ji vê rewşê re bibêjin ‘bes e’. Îsal jin li hemberî kuştin û birçibûnê tekoşîn kir. Tundiya li ser jin li aliyekê, êdî tundî li ser sewalan jî dikin. Ew rewş dê heya kengê wiha bidome nizanim.”