Li Dihokê jinek bi awayê guman jiyana xwe ji dest da
Jineke ciwan li Dihokê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da û li Germiyanê jî ji ber qezayek trafîkê jinek jiyana ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Li taxa Gijeberanî ya Dihokê xwendekara bi navê (B.M) a refa 10’an a ku dibistana amadeyî dixwend, şeva borî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Heta niha sedama mirina wê nayê zanîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku mirina bi guman a jinan, bi navê xwekuştin, xwexeniqandin û xweşewitandinê tê diyarkirin.
Li aliyê din Rêvebera Trafîkê ya Germiyanê bi daxuyaniyek ragihand ku li taxa Sîrwan a navçeya Kelara Germiyanê, di encama qezayek trafîkê de jinek birîndar bûye, dema ku wê rakirine nexweşxaneyê ji ber birîna xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.