Sakîne, Fîdan û Leyla li Mexmûrê hatin bibîr anîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) sê jinên Kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin bi rêzeçalakiyan hatin bibîranîn.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, bi rêzeçalakiyan hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Meclîsa Îştar ve hat lidarxistin. Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan dû şevan berdewam kir. Beriya ku bîranîn were destpêkirin ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranîna şevê din de hevşaredara wargehê Fatma Bîlen axivî.

‘Divê em zîhniyeta dijmin ya pêşengên me dike hedef jibîr nekin’

Fatma Bîlen diyar kir ku bi têkoşîn û mîraseya Sarayan wê planên dewleta Tirk a dagirker ku jinên pêşeng dikin hedef têk biçin û wiha got: “Ev 11 salin li ser qetlîama Parîsê re derbaz dibe. Em li ser jiyana heval Sara û hevalên wê çiqas baxivin têrê nake. Têkoşîna 30 salan ya ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî dayî pêşxistin, ji bo nasnameyek azad ya jinê û pêşxistina jinê ye. Divê tu car em zîhniyeta dijmin ya ku îro pêşengên me dike hedef jibîr nekin û hertim li ser wî esasî têkoşîna xwe bimeşînin.”

‘Emê bibin şopdarê riya heval Sara û rêhevalên wê’

Îro jî bi heman armancê mamoste Qîmet Kilinç axivî û wiha got: “Wek heval Sara jî dibêje, di hemu kêliyên jiyanê de em jin dinava têkoşînê de ne. Hem dinava civakê de hem jî dinava malbatê de, jin li herderê bi tundiyê re rû bi rû tê. Ji bo wê divê em xwe bigihînin astekî ku em bikarin liberxwe bidin, nasnameya xwe bidin diyarkirin, xwebûna xwe bidin avakirin û bi sedan mînakên wek heval Sara xwe perwerde bikin û em bibin şopdarê riya heval Sara û rêhevalên wê.”

Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser berxwedana her sê jinên têkoşer hatî amedekirin, hat temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bûn.