Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrîşên Îranê şermezar kir û banga yekitiyê kir

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li deriyê gumrukê yê Kapikoyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên rejîma Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û bang li gelê Kurd hate kirin ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.

Wan – Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, li ber Deriyê Gumrukê ya Kapikoyê ya li navçeya Serav a Wanê daxuyaniyek da û êrîşên Îranê yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Beriya daxuyaniyê endama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn axivî û êrîşên Îranê şermezar kir û balkişand ser mezinkirina têkoşîna yekitiyê. Piştre metna daxuyaniyê ji aliyê berdevka platformê Laleş Biçimlî ve hate xwendin.

‘Rejîma faşîst dev ji dijminahiya Kurdan bernade'

Di destpeka daxuyaniyê de êrîşên Rejîma Îranê yên li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi tundî hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Rejîma faşîst a Îranê bi salan e bi awayekî hovane Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dar ve dike û  qetil dike. Polîtîkayên vê rejîmê yên qirker ne tenê aîdî vê serdemê ne; ji roja ku Kurdistan di nav çar dewletan de hatiye dabeşkirin û heta îro, bi hovitiyeke mezin zext, tundî û qirkirin li ser gelê Kurd dimeşîne. Tevî ku îro Îran ji aliyê DYA û Îsraîlê ve tê bombeberankirin û di bin êrîşan de ye jî, dev ji dijminahî û kuştina Kurdan bernade.”

‘Kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê dikin hedef’

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di encama êrîşên rejîma Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê de 9 kes jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: “Îro jî em dibînin ku berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û êrîşên hovane li ser pêk tîne. Di van çend mehên dawîn de bi dehan caran êrîş pêk anîn û bi dehan mirov qetil kirin. Di van rojên dawîn de li Silêmanî û Hewlêrê kampên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kirine hedef û bi dron û fuzeyên balîstîk  êrîşan pêk tînin. Herî dawîn êrîş li Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Rojhilatê Kurdistanê hat kirin. Di encama vê êrîşê de neh pêşmergeyên Komeleyê şehîd ketin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li dijî rejîma faşîst, yekîtiya şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nav gelê Kurdên Rojhilat de hêvî û baweriyeke bihêz çêkiriye û ev bang hate kirin: “Em jî wekî jinên Bakurê Kurdistanê, ji vir bang li hemû cîhan û gelan dikin ku li dijî van polîtîkayên Îranê yên qirêj û hovane bêdeng nemînin û gelê Kurd bi tenê nehêlin. Di heman demê de em bang li jinên Kurd û li hemû gelê Kurd jî dikin ku li dijî van êrîş û darvekirinên rejîma Îranê ya faşîst, yekitî û tifaqa xwe xurt bikin.”

'Li dijî polîtîkayên qirêj yekîtiya xwe xurt bikin'

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku neyarên gelê Kurd hêza xwe ya herî mezin ji bêtifaqî û parçebûna gelê Kurd digre: “Her wiha em dibînin ku li dijî hemû polîtîkayên serdestên Kurdan, çareserî tifaq û yekîtiya gelê Kurd e! Em careke din hemû êrîş, qirkirin û tunehesibandina serdestan a li ser gelê Kurd bi tundî şermezar dikin û em dibêjin: Demildest dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj û qirker berdin!”

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Yek e gelê Kurd yek e" û "Bijî tekoşîna jinan" bi dawî bû.