Li Kenyayê lehî: 120 kes jiyana xwe ji dest dan

Karesatên lehiyê yên li gelek welatên Afrîkayê qewîmin bû sedema windabûna mirov, koçberiya bi hezaran malbatan, derketina nexweşiyên şewbê û hilweşandina binesaziyê û milkan.

Navenda Nûçeyan– Di lehiya ku di hefteyên borî de li gelek herêmên Kenyayê rû da, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 120 û zêdetirî 89 hezar kes jî ji malên xwe bûn.

Rayedarên Kenyayê, ragihandin ku tevî hejmara miriyan a berê 76 kesan re, di lehiya ku roja Sêşemê 28’ê Mijdarê li gelek herêmên Kenyayê qewimî de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 120 û her wiha 89 hezar malbat jî koçî 112 kampan bûn.

Di hefteyên borî de, herêmên Qoçê Afrîkayê Kenya, Etiyopya û Somaliyê, piştî yek ji herî xirabtir pêlên ziwabûnê ku di 40 salên dawî de hat tomarkirin, bû şahidê baranên giran ên ku bi diyardeya avhewayê ya El Nîno ve girêdayî ye û baran gihîşt li astên normal. Karesata lehiyê bû sedama windabûna mirovan, koçberbûna bi hezaran malbatan, belavbûna nexweşiyên şewbê û hilweşandina binesazî û milkan.