Ruxmê zilma rejîmê dev ji doza xwe berneda

Ji rêveberiya Hêzên Cewherî ya Kantona Cizîrê, Mizgîn Hesen qala serpêhatiyên xwe yên di nava têkoşînê de kir û da zanîn ku ji zarokatiyê ve tevgera gelê Kurd nas kiriye û heta niha di warên cuda de li gelek saziyan xebitiye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Beriya ku şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk were, welatparêzên Kurd bi dilxwaziyek mezin kar û xebat li ser axa xwe bi awayekî veşartî didan meşandin. Gelê Kurd ji ber ku hewl dida çand, ziman û nasnameya xwe biparêze rastî gelek kiryarên dewleta Şamê dihat. Lê ruxmî wê jî xebatên xwe didomand û ji bo nasnameya xwe têdikoşiya. Mizgîn Hesen a ku di malbateke welatparêz de mezin bûye kar û xebatên rêxistinê bi awayekî veşartî dikir lewma rastî kiryarên dewleta Şamê dihat û di girtîgeha Feyîhaa de du meh hat dîlgirtin tevî ku ducanî bû. Mizgîn Hesen serpêhatiya xwe di nava têkoşîna azadiyê de, ji ajansa me re vegot.

‘Xeyala min ew bû ku ez rojek Rêber Apo bibînim’

Mizgîn Hesen behsa naskirina xwe ya tevgera azadiya Kurd kir û got: “Ez di nava malbateke welatparêz de mezin bûme, naskirina min ji rêxistinê re sala 1980’yan bû, di wê demê de temenê min nêzî 5 salî bû. Her dem min şervanên azadiyê li derdora xwe didîtin wê demê ji wan re digotin telebe ne. Her dem ji me re behsa felsefeya Rêber Apo dikirin û digotin rêxistin çi ye. Em jî zarok bûn li dora wan kom dibûn me ji xwe re dikirin çîrok û em li ser wê felsefeyê mezin bûn. Her dem xeyala me ew bû ku em rojekê Rêber Apo bibînin. Gelek kes li mala bavê min perwerde dibûn, dayika min nedihişt ku em wan bibînin, ji ber ku em zarok bûn ditirsiya em herin ji derveyî malê biaxivin. Her wiha me hînî zimanê Kurdî dikirin, di wê demê de çiqas kêfa me dihat ku em hînî zimanê dayika xwe ya resen dibûn.”

‘Me dev ji doza azadiyê berneda’

 Mizgîn Hesen diyar kir ku ew du mehan hatiye dîlgirtin û wê birine girtîgeha Feyîhaa ya bajarê Şamê û wiha berdewam kir: “Di wê demê de nîsk û pembû hebûn, dayika me banî me dikir ji bo ku em herin nîsk û pembûyan kom bikin. Dapîra min gelek caran diçû cem Rêber Apo, hezkirineke me ya mezin çêbibû ku em jî rojekê Rêber Apo bibînin. Di sala 1990’ î de ez zewicîm, malbata hevjînê zêde welatparêz nebûn, ji ber tirsa wan ji dewleta Şamê hebû ji ber wê zêde nedihiştin ku şervanên azadiyê werin mala wan. Ji bo ku ez şervanan bibînim ez diçûm mala bavê xwe. Di sala 2007’an de hinek kesên xayîn giliya ji dewleta Şamê re giliya me kirin. Gotin ku em kar ji tevgera azadiyê re dikin û ez hatim dîlgirtin. Ez di wê demê de ducanî bûm, sê rojan di bin lêpirsînê de mam û min gotinek jî ji wan re negot. Paşê min sewqî bajarê Şamê girtîgeha Feyîhaa kirin û ez du meh girtî mam. Ruxmê wê zehmetiyê jî min dev ji doza xwe berneda.

’Ji ber di şoreşê de çêbû min navê wî kir Şoreş’

 Mizgîn Hesen bal kişand ser kar û xebatên xwe yên bi destpêka şoreşê re û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ez ji girtîgehê derketim, her dem çavdêriya dijmin li ser mala min domiya. Piştî ku şoreşê dest pê kir, ez careke din bi awayekî aktîf tevlî kar û xebatan bûm. Her wiha di wan demên destpêkê de me mala hemû welatparêzên kevin ziyaret dikir, paşê me meclisên xwe bi rêxistin kir û ez bûm rêvebera meclisê. Di destpêka şoreşê de zarokek min çêbû, ji ber ku şoreşê jî nû dest pê kiribû, min navê lawikê xwe kir şoreş. Paşê yekîneyên me yên leşkerî YPG’ê hatin damezrandin û hevjînê min jî beşdar bû. Piştî ku meclis hatin avakirin, komîn jî hatin avakirin û ez li wir jî bûm hevseroka komînê. Piştî demekê yekîneyên jin YPJ’ê jî hatin damezardin, min jî wek jineke Kurd dixwest tevli bibim û di dawiyê de min wê xeyala xwe pêk anî.”

’Heta dawiyê ez ê têkoşînê bidomînim’

Mizgîn Hesen da zanîn ku ew ê her dem têkoşîna xwe bidomîne û çawa ew li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûye, wê zarokên xwe jî li ser wê felsefeyê mezin bike û wiha bi dawî kir: “Nîzî 8 salan min kar û xebatên YPJ’ê kir, piştre ji ber nexweşiyên min çêbûn ez mam li malê demekê. Piştî tedawiyê min di PYD’ê de dest bi xebatan kir ku heta salek domiya. Paşê min di kar û xebatên şaredariyê de cih girt û di odeya parastinê de kar dest bi xebatê kir. Paşê tevli nava Hêza Cewherî bûm. Niha jî ez karê hêza cewherî berdewam dikim. Heta dawiya jiyana xwe ez ê têkoşîna xwe bidomînim û li pey doza Rêber Apo û şehîdan bimeşim. Çawa dapîra min dayika min li ser felsefeya Rêber Apo mezin kir, dayika me jî wisa me mezin kir; ez ê jî zarokên xwe li ser riya rast a Rêber Apo mezin bikim.”