Rûdaw TV’yê pesnê bazirganiya jinan da!
Di televîzyona Rûdawê de pesnê bazirganiya jinên Sûriyê hat dayîn û hat gotin ku jinên ji Sûriyê tînin, bi mêrên li Başûrê Kurdistanê ku jixwe zewcindî ne re didin zewicandin.

Navenda Nûçeyan - Di demeke ku jinên Sûriyeyê ji bo azadiya xwe têdikoşin û bedêlên giran didin de, televîzyona Rûdawê ya ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê ye, li ser jinan nûçeyek sosret çêkir. Nûçeya bi pêşkeşiya Dilbixwîn Dara de bazirganiya jinan û destdirêjiya li ser jinan ku zilamek ji Sûriyê jinan dibe Başurê Kurdistanê wan dizewicîne rawa dike.
Pêşkeşvanê Rudawê Dilbixwîn Dara ya ku nûçeyê pêşkeş dike bi zimanek pesindayîn û rawakirina bazirganiya jinan wiha dibêje: “Binhêrin Kurdek ji Başûrê Kurdistanê ji xwe re karek rihet, xweş, paqij bê xesar dîtiye. Çi dike? Diçe Şamê, diçe Hemayê, diçe Humûsê, diçe Helebê, li keçikan digere, li jinan digere, kîjanê munasib bibîne, sûretê wê dinhêre, tîne vê derê, başûrê Kurdistanê. Ji wan re zilaman dibîne, wan bi hev dide zewicandin.”
Heta niha hezar û 500 jinên Sûrî aniye başûr û pêşkêşî mêran kiriye
Di nûçeyê de tê gotin ku ev kesê ku diçe wan bajaran, ji bo ku bûkan ji wan re bîne, ji bo Başûrê Kurdistanê bibîne, kesek bi navê Serdar e û ev agahî hatin dayîn: “Serdar dibêje wî heta niha ji hezar û 500 zêdetir keçan tîne vê derê, wan dizewicîne. Keçên ku dibin bûkên Başûrê Kurdistanê jî, lê bi piranî, tên ser hêwiyê.”