RTC: Têkiliya me bi nexweşxaneyê re qut bûye

Di daxuyaniya ku li ser navê RTC hat dayîn de hat diyarkirin ku têkiliya wan bi nexweşxaneya Şifayê re hatiye qutkirin û hat ragihandin ku li derdora nexweşxaneyê êrîş berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê şevê din jî berdewam kirin. Têkilî bi nexweşxaneya Şîfayê ku bi sedan sivîlan xwe sipartinê re jî qut bûye.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku têkiliya wan bi nexweşxaneya Şîfayê re qut bûye û xwest agirbest were îlankirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li nexweşxaneya Şîfa kehrebe bi temamî hatiye qutkirin, personelên tendirustiyê, birîndar û kesên ku xwe sipartinê hemû kesên di hundir de ne rastî êrîşên Îsraîlê têni yên ku dixwazin derbikevin jî gule li wan tê barandin. Hat diyarkirin ku ji ber qutbûna kehrebeyê du zarokên ku bi makîneya oksîjenê ve girêdayî bûn jiyana xwe ji dest dane.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (RTC) Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser platforma medyaya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ji ber nûçeyên ku digrin di nava tirs û xofê de ne, her dem nexweşxane rastî êrîşan tê û ji rewşa gelek kesan bi tirs û bi fikar in.

Xwest demildest agirbesta mirovî were îlankirin

Mudurê nexweşxaneya Şîfayê Dr. Muhammed Ebu Silmiye bi bîr xist ku bi amûrên bê mirov bi çekê Îsraîlê gule berdidin nexweşxaneyê. Fona alîkariya zarokan a navneteweyî a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî li ser platforma X bang kir û xwest ku nexweşxane û zarokên li Xezayê werin parastin û demildest agirbesta mirovî çêbibe.

Mudurê Tendirustiyê yê Xezayê Munir el-Berş gotibû ku sibeha roja Şemiyê du roketên ku ji tankên Îsraîlê hatine avêtin li odeyek çavdêriya awarte ketine.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê Eşref el-Kudra jî di daxuyaniya ku berê dabû de diyar kiribû ku xizmeta nexweşxaneya El-Ehli Baptist sînordar e, hemû nexweşxaneyên ji derveyî ketine rewşeke ku nikarin xizmetê bikin.