'Divê çalakiyên li dijî zewaca temen biçûk bên berfirehkirin'

Civaknas Şox Îsmaîl destnîşan kir ku zewacên temen biçûk û yên bi darê zorê yek ji sedemên tundiya li ser jinê ye û got ku divê xebatên hişyarkirinê bên belavkirin.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Wek li gelek welatan, li Kurdistana Federal jî tundiya li ser jinan didome. Civaknas Şox Îsmaîl da xuyakirin ku her çend li Herêma Kurdistana Federal li gorî berê hişyariya tundiya li ser jinê di nava civakê de zêde bûye jî lê ne di asteke têr de ye.

'Tundiya di nava malbatê de dibe sedema zewacên temen biçûk'

Şox Îsmaîl da zanîn ku bi taybetî tundiya di nava malbatê de dibe sedema zewaca temenê biçûk û ev nirxandin kir: “Ev rewş rê li ber tundiya li ser jinê vedike. Yek ji sedemên sereke ku jinên ciwan di temenê biçûk de dizewicin, tundiya derûnî ye ku di nav malbatê de tê kirin, pir caran bi gotinên tund, ev yek dihêle ku jin hîs bikin ku li ser malbatên xwe bûne bar.”

'Divê çalakiyên hişyariyê bên belavkirin'

Şox Îsmaîl anî ziman ku berê malbatan ji bo zarokên xwe bizewicînin tundiya fizîkî li dijî zarokên xwe dikirin, lê niha tundiya derûnî bikar tînin û wiha got: “Jinên ciwan dema dizewicin jî rastî tundiya hevjînê xwe tên. Civak her wiha zextê li jineke ciwan dike ku dema ji dibistanê xilas dibe bizewice.”

Şox Îsmaîl da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li zewacên zû û bi zorê ku yek ji sedemên tundiya li ser jinan e, divê xebatên hişyarkirinê bên berfirehkirin.