RSF’ê rapora ‘Di Serdema MeToo de rojnamegerî’ weşand

RSF, ji bo rojnameger bikaribin mafên jinan û kêmarên civakî lêkolîn bikin rapora bi sernavê “Di serdema MeToo de rojnamgerî” weşand.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, (RSF) ji bo rojnameger bikaribin mafên jinan û kêmarên civakî lêkolîn bikin û zextên heyî derxin holê raporek bi sernavê “Di serdema MeToo de ronamegerî” weşand.

Di rapora “Di serdema MeToo de rojnamegerî” de behsa Hale Gonultaş a ku ji bo sûcên DAIŞ’ê yên li dijî jinên Êzidî hatine kirin ji raya giştî re ragihandibû, gefa mirinê lê hatibû xwarin hat kirin. Di raporê de di navbera 16 pêşniyarên RSF’ê de, sûcdîtina hinek awayên tacîza sîber, berpirsyariya platformên medyaya civakî ya ji bo pêşîgirtina van êrişan û têkoşîna bi wan re û girtina kar a mudurê karê nivîsan ê ji mijarên zayendiya civakî berpirsyar e jî cih digrin.

Hejmara nûçeyan zêde bûn

Di raporê de bal hat kişandin ku êrişên li ser online li dijî rojnamegeran hatine kirin bê ceza hatine hiştin û encama anketeke ku 113 rojnamger tevli bûbûn jî hat parvekirin. Li gorî RSF’ê; piştî ku dirûşma #MeToo li DYA’yê derket holê ji sala 2017'an ve heta niha, hejmara nûçeyên der barê mafên jinan, pirsgirêkên zayenda civakî û yên têkildarî şîdeta zayendî zêde bûne.