Rojnamevanên jin: Binçavkirina nûçegihana Jinnewsê astengkirina deng û rengê heqîqetê ye

Bi armanca veşartina alozî û binpêkirinên ku li dijî gelê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên meşandin, nûçegihana ajansa Jinnews Bêrîtan Canozer hat binçavkirin.

RONÎDA HACÎ
Hesekê- Di hundirê zindanên dewleta tirk a dagirker de bi hezaran siyasetmedarên jin, nûçeghan û kesên azadîxwaz girtî ne. Di hundirê wê de li hemberî siyaseta faşîzmê berxwedanek bêhempa tê meşandin. Di 13’ê Tebaxê de dewleta tirk a dagirker li bajarê Amedê nûçegihana ajansa Jinnewsê Bêrîtan Canozer binçav kir. Têkildarî vê mijarê rojnamevanên jin li hemberî kiryarên dewleta Tirk helwestên xwe nîşan dan.
Bi binçavkirina Bêrîtan xwestin wehşet û aloziya hundirîn veşêrin”
Nûçegihana Ajansa Hawarê Hinar Ibrahîm diyar kir ku bi armanca veşartina wehşeta ku dewleta tirk a dagirker li hember gelan dide meşandin nûçeghanên jin tên binçavkirin û girtin û wiha pêl da axaftina xwe: “Dewleta tirk aloziyek hundirîn dijî, di heman demê de gelê ku daxwaza azadiyê bike ji aliyê wê ve tê binçavkirin. Ji bo wê jî nûçeghana Jin Newsê Bêrîtan hat girtin. Bêrîtan xwest bi riya kar û xebatên xwe rastiya ku li Bakûrê Kurdistanê, êşa gel û aloziya hundirîn ji raya giştî re ragihîne lewma hatiye binçavkirin.”
“Dîwarên zindanan, şahidên îşkenceya dewleta Tirk in”  
      
Hinar da zanîn ku dîwarên zindanên dewleta tirk şahidên işkence û wehşeta dewleta tirk e û wiha got: “Di dîrokê de zindanên dewleta tirk bi eşkence û girtina kesên azadîxwaz, siyastemedar û rojnamevan navdar e û îro jî ev siyaste û kiryar li dijî gelên Bakûr û bi teybetî gelê Kurd tê meşandin. Ji bo ku qêrîna gel ji raya giştî re dernekeve beriya çend rojan rojnamevan Bêrîtan hat binçavkirin. Ev yek li dijî pîvanên mirovî ye. Rêxistinên mirovî yên ku dibêjin em parastina mafên mirovan dikin bila biçin zindanên dewleta Tirk binêrin ku çawa dîwarên zindanan bûne şahidên îşkence û wehşeta dewleta tirk.”
“Em ê bi pênûs, dîmen û kameraya xwe bibin qêrîna gelê bindest”
Endama Rêvberiya Sewt El- Heyat Sozda Ehmed binçavkirina nûçeghana ajansa Jinnnews Bêrîtan şermezar kir û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo parastina ziman, çand û hebûna gelê Kurd li hember hêzên desthilatdar têkoşînek mezin tê meşandin. Yên ku pêşengiya vê têkoşînê dikin jin in. Dewleta tirk valahiyek dijî, bi êrîşên xwe li ser dewletên cîran dixwaze wê valahiyê veşêre. Bêrîtan jî yek ji jinên ku dixwaze bi nivîs û kameraya xwe bibe deng û qêrîna gelê bindest e ji bo wê hat girtin. Siyaseta ku li dijî gelê Bakûrê Kurdistanê tê meşandin li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Bi êrşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê me wekî rojnamevan bi çavên xwe dît ku çawa dewleta tirk rojnamevanan hedef digre da ku wehşeta li dijî gelan pêk tîne bi raya giştî re neyê parvekirin.” 
Sozda teqez kir ku hedefgirtina rojnamevanan hedefgirtina deng û rengê rastiyê ye û wiha dawî li axaftina anî: “Em wekî jinên rojnamevan şopdarên xeta şehîd Denîz, Dilîşan, Nûjiyan û bi hezaran jinên rojnamevan in ku ji bo derxistina rastiyê canê xwe feda kirin. Em ê bi pênûs, kamera û dîmenên xwe bibin qêrîna gelê bindest.”