Rojnamevanên Filistînî: Bila kiryarên Şirîn Ebû Akile bên darizandin

Rojnameger jin ên Fîlîstînî diyar kirin ku Şîrîn Ebû Akile dema pîşeya xwe dikir bi zanebûn ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat qetilkirin û xwestin kiryarên ku li dijî rojnamegeran sûc pêktînin bên darizandin.

ASMAA FATHI

Xeza – Rojnamegera Filistînî Şirîn Ebû Akile, dema ku serdegirtinek ji aliyê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê ve hat kirin dişopand, di 11’ê Gulana 2022’an de bi çekê hat qetilkirin. Rojnamevan jin ên Filistînî, di 1’emîn salvegera qetilkitina rojnamevana Fîlîstînî Şirîn Ebû Akile ku 25 salan di kanala El Cezîre ya bi zimanê Erebî weşan dike de nûçegihanî dikir, daxwaz dikin ku mekanîzmayên parastinê bên aktîfkirin û dawî li sûcên li dijî rojnamegeran bên anîn.

'Civaka navneteweyî bêdeng dimîne’

Rojnameger Walaa el-Najjar diyar kir ku qetilkitina Şîrîn Ebû Akile ne sûcê ewil a hêzên Îsraîlê yên li dijî rojnamegerên jin e. Walaa El Najjar diyar kir ku civaka navneteweyî li dijî sûcên Îsraîlê bêdeng dimîne û wiha got:

“Gava rojnamegerên jin ên Fîlîstînî hewl didin bi awayekî zelal rastiyan ragihînin, li dijî wam tundiyek bipergalî tê kirin û qanûnan jinan naparêze. Di 12’ê Tebaxa 1949’an de Peymana Cenevreyê hat qebûlkirin. Bi Peymana Cenevreyê re du Protokolên zêde ên bi dîroka 1977’an bingeha hiqûqa mirovî ya navneteweyî pêktîne. Hiqûqa mirovahî ya navneteweyî beşek qanûnê ye ku diyar dike ku divê ji qurbaniyên şerê çekdarî re parastina qanûnî bê dayîn.”

'Li dijî binpêkirinan tedbîrên têrker nayên girtin'

Walaa El-Najjar da zanîn ku li dijî van binpêkirinan tedbîrên têrker nayên girtin û wiha axivî: “Bi taybetî têkildarî rojnamegerên jin rewşa provokasyonê mijara gotinê ye. Di Tebaxa sala borî de 10 dezgehên ragihandinê li Şerîda Xezayê bûn hedefa balafirên şer. Piştî ku 18 dezgehên ragihandinê bi temamî hatin tunekirin, hatin girtin. Gelek binpêkirinên Îsraîlê yê li dijî rojnamegerên jin hene. Xebatên rojnamegerên jin ên li Filistînê bi her awayî hat astengkirin. Şîrîn Ebû Akile yek ji wan rojnamegeran bû ku dema pîşêya xwe dikir bi awayî zanebûn ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.”

'Jinên di nava pevçûnan de dimînin nayên parastin'

Rojnameger Marah Atallah jî, balkişand ku binpêkirinên li dijî jinên rojnameger ên Fîlîstînî di êrîşên li dijî Şerîda Xezayê de çalak bûne. Marah Atallah destnîşan kir ku tevî nîşaneyên çapemeniyê li wesayîtan tên daliqandin jî, ten hedef û wiha got:

“Rojnameger neçar dimînin ku saziyan bigrin û li cihên din dest bi kar bikin. Îsraîl, ketina mertalên parastinê ya li Şerîda Xezayê qedexe kir. Rojnamegerên jin di dema weşan û operasyonan de 'mertalên qumaş' bikar tînin. Rojnamegerên jin ên di nava pevçûnan de dimînin, ji ber şarapnelên li derdorê belav dibin jiyana xwe dixin nava xeteriye. Em dikarin mertalên parastinê an jî kaskan bikarbînin, lê ev hemÛ ji bo parastina rojnamegerên jin ne têrkêr e.”

'Divê ji jinên rojnameger re hin zêdetir azadî bê dayîn’

Marah Atallah diayr kir ku pêwîstiya jinên rojnameger bi qursên taybet ku karibin bi şert û mercên qadê re serbixin û tercûbeyên xwe parve bikin heye. Marah Atallah, dest nîşan kir ku rojnamegerên jin ji aliyê darazê ve hewl tê dayîn bên bêdengkirin û bi cezakirinê tên tehdîdkirin û wiha axaftina xwe domand:

“Divê rojnamegerên jin ji van zextan bên dûrxistin. Divê zêdetir azadî ji bo rojnamegerên jin bê dayîn ku li ser mijarên ku bandorê li civakê û jinan dikin bikin nûçe. Her wiha ji bo kiryarên ku rojnameger qetil dikin û sûcên li dijî rojnamegeran kirine bên darizandin û girtin, mekanîzmaya edaletê bên xebitandin.”