Cenazeyê Dîna dê bibin Gabonê

Cenazeyê Dîna ya ku li Karabukê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye wê bibin Gabonê.

Navenda Nûçeyan- Malbata xwendekara zanîngehê ya Gabonî Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga'nın (Dîna) ya ku li mêrga Filyosa Karabukê cenzayê wê hat dîtîn, ji bo cenazeyê keça xwe bigre hat saziya Tiba Edlî ya li Yenibosnaya Stenbolê. 

Dayik Jessîca Sandra Makemba Panga diyar kir ku wê cenazeyê keça xwe bibin welatê xwe û wiha got: “Wê niha cenaze biçe Gabonê. Em dest ji mirina keça xwe bernadin, wê edalet were bicihanîn. Roja Înê di saetên sibehê de wê Dîna vegere Afrîkayê.” Serokê komeleya Gabon a ku li Stenbolê li gel malbatê bû got: “Em ê bi hev re cenazeyê xwe bigrin û piştî wê kar û baran temam bikin, piştî kar û baran em ê bibin Gabonê.”

Cenazeyê xwendekara zanîngehê ya Gabonî  Jeannah Danys Dinabongho Ibouanga di 26’ê Adarê de li mêrga Filyosê ya Karabukê hatibû dîtin. Mirina bi guman a Dîna 2 meh in nehatiye ronîkirin. Ji malbatê xwestibûn ku cara 2’em otopsî bikin. Lê belê sefaretxaneya Gabonê aşkera kir ku ew mesrefa 6 hezar dolar a otopsiyê nade.